Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn 2024-03-20 18:30:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Di teqîna li taxa El Serb a bajarê Minbicê de 11 kes birîndar bûn.   Îro danê êvarî li kolana Ebû Hîlal a taxa El Serb a li naverasta Minbicê de teqîneke mezûn çêbû. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) mayînek bi wesayitekê de teqiyaye.   Di encama teqînê de welatiyên bi navên Yûsiv Şahîn (11), Hemze Begar (13), Ednan El Hesen (50), Elo El Elo (25), Mihemed Berho (12), Ebdullah El Elo (27), Emel Mistefa (30), Wesîme Casim El Hesen (30), Enes Ezet El Mûsa (20), Usama Taha El Berho (22) û Mihemed Sexîr (20) birîndar bûn.