Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê 2024-03-20 17:58:27   ŞIRNEX- Li navçeya Hezexê bi sedan kes li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê hatin cem hev û Newrozê pîroz kirin. Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez li vir axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got ku mixatabê pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftine ye” li hemû bajarên Kurdistanê pîrozbahiyên biheybet ên Newrozê li dar dixe. Li navçeya Hezex a Şirnexê (Şirnex) agirê Newrozê li ber avahiya Rêxistina Navçeyê hat vêxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku bi sedan kes beşdarî wê bûn, bû.   Jin û ciwan bi kincên xwe yên herêmî hatin qadê û li ber stranan govend gerandin.   TECRÎDA ÎMRALIYÊ   Zekî Îrmez li vir axivî û bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Îrmez anî ziman ku 36 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê nayê girtin û got: “Tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan, li ser tevahiya Tirkiyeyê tê meşandin. Ger îro krîzeke aborî ya wiha hebe û edalet tune be sedem jî pirsgirêka kurd û tecrîd e. Pirsgirêka kurd bi edaletê çareser dibe. Êdî muxatab diyar e û çareseriya pirsgirêka kurd jî ferz e. Hilbijartineke mezin li pêşiya me ye, dema gelê kurd di vê hilbijartinê de bi ser bikeve, dema gelê tirk bi muxalefeta xwe re di vê hilbijartinê de bi ser bikeve, wê hilbijartina 2028’an jî bibe sedema çûna AKP û MHP’ê. Divê em bi vê hizrê biçin ser sindoqan. Pêwîst e em mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund beşdarî xebatên hilbijartinê bibin."   Îrmez anî ziman ku divê li tu bajarên Kurdistanê deng ji AKP'ê re neçin û her dengê ku ji AKP'ê re biçe ji Ergenekonistan û MHP'ê re diçe. Îrmez got: “Em agirê azadiyê li hemû bajarên Kurdistanê pîroz bikin. Em gelê kurd li xaka xwe ne azad in. Dewlet nahêle kurd azad bijîn. Dixwazin ereb, çerkez, suryanî, ermenî û kurd mîna koleyan bijîn, lê em vê qebûl nakin. Gelê kurd ji bo li ser axa xwe bi azadî bijî bi hezaran caran li ber xwe daye. Îro kurd li cîhanê ew qasî tên naskirin, lewma em li ber xwe bidin da ku li axa xwe azad bijîn. Çareserî ne kuştin û girtin e, çareserî edalet û naskirina kurdan e. Pirsgirêka kurd bi kuştin û wêrankirinê çareser nabe."   Piştî axaftina Îrmez peyama parlemeterên HDP'yên berê yên Şirnexê hat xwendin.    Pîrozbahî li ber stranên hunermendan bi govendgerandinê bi dawî bû.