Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin 2024-03-20 17:46:31   AMED - Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li navçeyên navenda bajêr ji bo pîrozbahiya Newrozê ya sibê esnaf vexwendin Newrozê. Esnafan jî diyar kirin ku ew ê sibê dikanên xwe venekin û li qadê bin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê, di dema belavkirina belavokan a li navenda bajêr de hemwelatî vexwendin Newroza sibê ya bê pîrozkirin.   Belavok li navçeyên Sûr û Bajarê Nû hatin belavkirin. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, namzetên Hevşaredariyê yên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Ednan Orhan, namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Nû Safiya Akdag û parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan di belavkirina belavokan de cih girtin.    Partiyiyan hemwelatî û esnafên li sikak û caddeyan bi belavkirina belavokan vexwendin Newrozê. Hemwelatî derketin şaneşîn û paceyên malên xwe û îşareta serkeftinê kirin û ajokarên wesayîtên di rê de diçûn jî bi lêxistina korneyan slav dan partiyiyan.   Di serdanan de esnafan ji vexwendina Newrozê re wiha gotin “Em ê dikanên xwe bigirin û li qadê bin.”