Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir 2024-03-20 17:44:28   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ciwanan mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê xist. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya li vir axivî, wiha got: “Ev qad xwedî vîna ku tecrîdê rake ye.”   Li navçeya Gever a Colemêrgê welatiyan beriya pîrozbahiya Newrozê çend saetan, herikîn Stadyûma Bajar a Nû ya Geverê ku pîrozbahî lê hatin kirin. Tevî rewşa neyînî jî gelê Geverê, guhdariya baran û lêhiyê nekir û li qadê cihê xwe girt. Qada ku Newroz lê hate pîrozkirin bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên kesk û sor û zer hate xemilandin. Welatiyên ku ji noxteyekê ew digirtin qadê, piştî lêgerîna polîsan bi tilîlî û fîtikan ketin qadê. Pîrozbahî li ber stranên Newrozê bi govendê dest pê kir.    Bi destpêkirina Newroza ku bi deh hezaran tevlibûn dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe”  û “Jin jiyan azadî” berzkirin.    COŞKÛN: DIXWAZIN OCALAN JI GEL VEQETÎNIN    Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak bi bîranîna Îkbal Yaşar û Fahrettîn Şedal ên di pîrozbahiya Newroza 2008’an de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, Dayikên Aştiyê û parêzerên OHD’î yên par di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan û Denîz Bulbun ê li Silêmaniyê hate qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Parlak di berdewama axaftin axwe de wiha got: “25 sal in tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Her çiqas bixwazin dengê birêz Ocalan ji gel veqetînin jî tevî ji Geverê heta Îmraliyê hezar û 500 kîlometre dirêj e jî em birêz Ocalan ji bîr nakin û ruhê me her tim bi wî re ye û di nava berxwedanê de ye.”   ‘EV AGIR DÊ BIGIHE SERKEFTINÊ’    Hevserokê DEM Partiyê Ercan Sevmez jî wiha got: “Ev agirê ku me îro li Geverê vêxist, agirekî ji bo gelê me yê li Kobanê û Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer dike û ji bo kesên li zindanan li ber xwe didine. Ev agir dûr an nêzîk dê bigihe serkeftinê.” Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Geverê Şadiye Kirmizigul jî wiha got: “Demekî dirêj e, Gever ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Kesên gel nafikirin û ji derdê wan re nabe çare em ê ji Geverê bişînin.”   ‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE ŞIMAQEKÊ LI QEYÛMAN BIDIN’    Namzetê Hevşaredariyê yê Geverê yê DEM Partiyê Şoreş Dîrî jî wiha got: “Gelê Geverê li dijî feraseta AKP’ê ya astengiyên mezin ji wan re derdixe bi dagirtina qadan bersiveke mezin dayê. Em ji Geverê bang li qeyûman dikin; Gelê Geverê dê di 31’ê Adarê de şimaqekê li qeyûman bide û bişîne Enqereyê. Em ê AKP’ê li vî bajarî di bin bendavê de bihêlin. Em soz didin ciwanan, em ê şaredariyên xwe bi rêgeza hemwelatîbûna wekhev bi hemû rengan û gelan bi rê ve bibin.”   ‘EV QAD VÎNA KU TECRÎDÊ BIŞIKÎNE YE’     Herî dawî jî Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî. Turkoglû ya bi şandina silavan a ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalna re dest bi axaftina xwe kir: “Ev qad xwedî vîna ku tecrîdê rake ye. Di kesayeta ciwan û jinên Geverê de ev sekna bibiryar dê tecrîdê parçe bike. Dema me tecrîda li ser birêz Ocalan rakir, dê li Rojhilata Navîn aştî çêbibe. AKP bi israra tecrîdê nîşan da ku li Rojhilata Navîn Dehaqê zalim e. Ji bo polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin divê azadiya fizîkî birêz Abdullah Ocalan pêk were. Gelê Geverê bi vê Newrozê peyama rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û gihiştina azadiya wî da. Birêz ocalan nûnerê aştiyê yê hemû gelên Rojhilata Navîn e.”   Piştî axaftinên hatin kirin partiyiyan û gel bi hev re bi awayekî bicoş agirê Newrozê pêxist. Gel li dora agirê hate vêxistin, li gel stranên ku Mîkaîl Aslan û Koma Aryen gotin govend gerandin.