Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin 2024-03-20 16:46:12   ŞIRNEX/MÊRDÎN - Li navçeyên Cizîr û Qoserê hemwelatiyan piştî pîrozkirina Newroza bi heybet, ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî pîrozkirina Newroza bi heybet meş hat lidarxistin. Bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Polîsan jî bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel kirin. Di êrîşê de hat zanîn ku 6 kes hatine binçavkirin.   Newroza navçeya Qoserê ya bi tevlîbûan deh hezar kesan hatiye pîrozkirin bi dawî bû. Piştî dawîbû Newrozê, girse ser Cadeya Nexweşxaneyê, bi daxwaza “azadiyê” meş li dar xistin. Ciwanên ku bi dirûşmên xwe ve balê kişandine ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ewilî ber bi cihê peykerê Ugur Kaymaz ê qeyûm xera kiriye ve meş li dar xistin. Ciwan li cihê wek “Qada Ugur Kaymaz” tê nasîn demekê sekinîne, piştre bi berzkirina diruşmên “Bijî Seroka Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” ber bi navenda bajar ve meş li dar xistin.    Ciwanên ku wêneyên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bîlbordan kirine, meşa xwe heya Qada Azadiyê domandin. Ciwan piştî meşê belav bûn.