Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê 2024-03-20 16:38:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel bajarên Kurdistanê, li gelek navendên li rojavayê Tirkiyeyê jî pîrozbahiyên Newrozê bi girseyî hatin lidarxistin.    Newroza îsal bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin. Coşa Newrozê li her derê belav bûye. Li gel bajarên Kurdistanê, li gelek navendên li rojavayê Tirkiyeyê jî pîrozbahiyên Newrozê bi coş hatin lidarxistin.    AYDIN    Li bajarên Aydin û Manîsayê yên herêma Egeyê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Li Aydinê pîrozbahî li Taxa Osman Yozgatli hate lidarxistin û bi sedan kes tev li bûn. Welatiyan flamayên DEM Partiyê hilgirtin û tevlibûneke zêde ya jinan hebû. Jin, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li bûn. Her wiha ciwanan bi coşa xwe rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Girseyê demekî dirêj govend gerandin. Her wiha gelek caran jî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.    Pankarta ku wêneyê Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatibû qetilkirin û bi nivîsa “Li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne” li dikê hatibû hilayîstin. Her wiha pankarta ku wêneyê Jîna Emînî li ser û bi nivîsa “Serhildana me ye” hate daliqandin.    Bernameya Newrozê bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî namzetên hevşareadriyê cejna Newrozê pîroz kirin.    Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Aydinê Zozan Koç got ku Newroz ji bo gelên Mezopotamyayê “sembola berxwedanê” ye û peyama serkeftinê da. Endama PM’a DEM Partiyê Aysel Batyar Onsel jî siyasetmedarên jin ên girtî silav kir.    Parlamanterê DEM Partiyê Sarûhan Oluç di pîrozbahiyê de diyar kir ku Newroz tê wateya vejîn, cejna têkoşînê û serhildana li dijî zaliman û ev tişt anî ziman: “Em li gel deklarasyona birêz Abdullah Ocalan in ku di Newroza 2023’yan de şandibû. Ji bo gotinên di deklarasyonê de bi cih bên em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Her wiha Oluç bal kişand ser hilbijartinê û ji bo hilbijêrên bitevger ev bang kir: “Ji kerema xwe hilbijêrên bitevger ên li derdora we qaneh bikin ku serî li partiya me bidin. Îktîdar li Kurdistanê bi veguhestina hilbijêran hewl dide encamekî bi dest bixe. Divê em rê nedin vê. Divê her li dijî her hilbijêreke wan a heram em du hilbijêrên helal bişînin.”    Pitşî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin û welatiyan li dora agir govend gerandin. Piştre jî Civaka Muzîkê ya Stêrayê û Ozlem Taner derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.    MANÎSA   Pîrozbahiya Newrozê ya Manîsayê jî li Qada Laleyê ya li navçeya Yunusemreyê hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Tevî barînê jî welatî tev li bûn û dirûşmên “Newroz pîroz be” û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Jin, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn.   Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Semra Elgormuş axaftineke kin kir. Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar axivî û got ku ew polîtîkayên şer red dikin û daxwaza demokrasiyê dikin. Sancar, wiha domand: “Ji bo ku li çar aliyên Tirkiyeyê demokrasî belav bibe, em di xebatên xwe de bibiryar in. Qedera me tevan girêdayî hev e. Demokrasî li herêmê tê avakirin, aştî li herêmê tê avakirin û meşa azadiyê li herêmê dikare pêş bikeve. Lewma jî hilbijartinên rêveberiyên herêmî girîng e. Êdî li Manîsayê û Tirkiyeyê dema guherînê hatiye. Guherîn dê bi hatina DEM’ê çêbibe.”    Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Piştre jî hunermend Hîvda Gorkem û Koma Agirê Zerdeşt derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.    KONYA    Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya Konyayê sê saet mabûn ku waliyê bajar destûr da. Pîrozbahî li Bazara Sêşemê ya li Ugurluyê hate lidarxistin. Bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Gelek jin, ciwan û zarok jî tev li bûn. Jin, bi cil û bergên kurdî tev li bûn û pankarta “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan û namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin û navçeyan jî tev li bûn.    Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Molla Şîmşek axivî. Şîmşek bal kişand ser qelebalixiya girseyê û got: “Kurd li her devera Tirkiyeyê ne.” Şîmşek, wiha domand: “Divê li şûna polîtîkayên şer, polîtîkayên çareseriyê bên pêşxistin û rewşeke aram bê afirandin. Bila çavkaniyên ji bo şer tên xerckirin, ji bo aştiyê bên xerckirin. Lewma em dibêjin ku divê pêvajoya çareseriyê tavilê dest pê bike.”    ‘TEKANE ARMANCA ME TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ YE’   Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Konyayê Gulbahar Gulmez jî got ku wan li gel jin, ciwan û kedkaran dest bi rêya xwe kirine û ev tişt anî ziman: “Di dîroka Konyayê de tu caran namzeteke jin nehatiye nîşandan. Weke DEM Partiyê em serfirazî û şanaziya vê dijîn. Li Sûltanbeyliyê ne tenê Eylul Yaylaci, em jin tevek namzet in. Em ê bi ser kevin. Li Kulu û Cîhanbeyliyê hemû siyaseta xwe li ser DEM Partiyê dikin. Ez kesên xwe weke muxalîf pênase dikin û hewl didin dengê kurdan wergirin re dibêjim; tekane armanca me têkbirina faşîzmê ye. Lewma jî her dengekî me li dijî faşîzmê ye.”    Namzetê din Bulent Kiliç jî got ku dê di 31’ê Adarê de ji zîhniyeta AKP’ê ya rantparêz, bêdalet û hwd. re bibêjin “bes e.”    BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ    Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî anî ziman ku gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn bi hezaran sala ye bi ruhê Newrozê li dijî zilmê têdikoşin. Ocalan, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em li pey aştiyeke birûmet in. Banga me ya ji bo dewletê ev e; madem hûn dibêjin ‘kurd birayê me ne’, wê demê îradeya gelê kurd qebûl bikin. Li Girava Îmraliyê polîtîkayeke giran a tecrîdê li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Gelo di qanûnên Tirkiyeyê de tecrîd heye? Ev bû çend sal tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ji sala 2015’an heta niha jî her çar aliyên Kurdistanê veguherandine qada şer. Gelê me şer naxwaze. Ji bo aştiyeke birûmet a li Tirkiye û Kurdistanê, ji bo demokrasiyê divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û pêvajoyeke çareseriya demokratîk dest pê bike.”    Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Hunermend Weysel Ciwan piştre derket ser dikê û pîrozbahî bi strîna stranan û gerandina govendê bi dawî bû.    ÇANAKKALE   Yek ji cihên din ên Newroz lê hate pîrozkirin jî Çanakkale bû. Pîrozbahî li Taxa Esenlerê hat lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Li qadê pankartên “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û “Jiyaneke bêdawiyî heqîqeta berbiçavî” hatin daliqandin. Welatî, bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.    Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevberdevkê Komîteya Amadekar Mehmet Ozturk axivî û girse silav kir. Namzetên hevşaredariyê yên Çanakkaleyê Hamît Kiliç û Canan Aytaç û namzetên navçeyan jî girse silav kirin û Newroza wan pîroz kir.    Ji namzetan Canan Aytaç wiha got: “Em neviyên Kawayê Hesinkar û rêhevalên Mazlum Dogan in.”    Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ev tişt anî ziman: “Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn êdî şiyar dibin û li eslê xwe vedigerin. Êdî rejîmên kedxwar, înkarger û yekperest dawiya wan hatiye. Gelê kurd dixwaze jinûve zindî bibe û raber ser pêyan.”    Bernameya Newrozê bi stranên hunermend Adar Yildiz û Siwaro berdewam kir. Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Di vê navberê de girseyê dirûşmên “Newroz pîroz be” û "Bijî Serok Apo” berz kir. Bername, bi gerandina govendê bi dawî bû.