Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan 2024-03-20 15:59:56   MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di Newroza Akdenîzê de ku bi hezaran kesan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qêriyan, ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kir.    Gelê Mêrsînê ji bo Newroza bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîroz bikin, di saetên serê sibê de herikîn Qada Mitîngê ya Tirmilê ya li navçeya Akdenîzê. Di pîrozbahiya ku ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bûn de balkêş bû ku tevlibûna jinan û ciwanan zêde bû.    LI QADÊ DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ BILIND BÛ   Welatî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Piştî ku welatî di 2 noxteyên cuda re derbas bûn, dest bi wergirtina wan a qadê hate kirin. Coşa Newrozê bi govenda hate gerandin re zêde bû, ciwanan li gel dahol û zirneyê dirûşma “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin û Newroz pîroz kirin. Jin jî bi kiras û fîstanên xwe tev li bûn. Ji qada ku pankartên “Niha dema azadiyê ye” û “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hatin daliqandin her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.    DAYIKAN ÇALAKIYA XWE VEGUHEST QADA NEWROZÊ    Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ên bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” dan destpêkirin, çalakiya xwe veguhestin qada Newrozê. Di dirûşmeyên hatin berzkirin de azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hate daxwazkirin.    Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin, agirê Newrozê hate vêxistin.  Dû re parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, berhevokeke ji peyamên Newrozê yên Abdullah Ocalan pêk tê xwendin. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Pişt re aktîvîsta TJA’yê Çîgdem Goksoy, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca, Dayika Aştiyê Emîne Eren, Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsînê Bedriye Kûş û Reşat Aşan, Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz Newroza gel pîroz kirin û axaftinên kurt kirin.    ‘DEM DEMA AZADIYA ABDULLAH OCALAN E’    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî Newroza gel pîroz kir û destnîşan kir ku ji bo azadiya girtiyên siyasî li qadan e. Demîr, anî ziman ku bi milyonan kesên qadên Newrozê dagirtine xwedî li vîna xwe derdikevin û qada Newrozê nîşan da û got: “Gel li vir e li qada Newrozê ye.”   Demîr, bal kişand ser tecrîda li ser Îmraliyê û wiha domand: “Dem dema rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd a bi awayekî demokratîk e. Dem dema azadiya Abdullah Ocalan a bi awayekî fizîkî ye. Dem dema azadiyê ye.”     Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun ûçar jî gel silav kir û Newroza wan pîroz kir. Ûçar a bi lêv kir ku çareseriyeke desthilata AKP’ê û MHP’ê ya têkildarî pirsgirêka kurd nîne, wiha got: “Erdogan di her gotina xwe de qala yekitiya miletî dike. Gelê kurd înkar dike. Çand, ziman û nasnameya kurd qebûl nakin. Hemû destkeftiyên wan hedef digirin. Lê heke hûn ji wî bipirsin li Tirkiyeyê û Kurdistanê her tişt di rê de ye. Li Kurdistanê şaredarek dibêje ku; ‘heke îro zimanê kurdî were axaftin, nasnameya kurd hebe ev saya AKP’ê ye’. Ji xwedê jî natirsin ev. Kesên ku îro xwedî li nasnameya kurd derdikevin, xwedî li zimanê kurdî derdikevin gelê kurd ê bedel dayî ye. Keda gelê kurd û gelên Tirkiyeyê yên îro qad dagirtine û ji demokrasiyê re bûne hêvî qet vala neçû. Dê ji niha û şunde jî vala neçe û rêya me ronî bike.”   ‘EM DEM’Ê TÎNIN AKDENÎZÊ’    Ûçar, qala şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin kir û wiha got ku qeyûm, dizî, rant, derew û înkarkirine û destnîşan kir ku dê di hilbijartinên herêmî de bersiva pêwîst bidin. Ûçar, îşaret bi Şaredariya Akdenîzê kir û wiha domand: “Em ê Akdenîzê bi hev re bigirin. Em ê biharê û DEM’ê bînin Akdenîzê.”   Ûçar, diyar kir ku aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ji Îmraliyê re derbas dibe û ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir.   Pîrozbahiya Newrozê bi derketina ser dikê ya hunermend Erdogan Emîr û Sîmyager bi dawî bû.