Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were 2024-03-20 15:50:06   ÎDIR -  Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan di pîrozbahiya Newroza Îdirê de axivî û wiha got: “Bi tecrîda li Îmraliyê re rêya aştiyê digirin. Hûn nikarin bi tecrîdê re pêşeroja vî gelê xesp bikin. Dê tecrîd rabe û aştî, azadî û demokrasî were vî welatî.”    Pîrozbahiya Newroza Îdirê ku bi rojan bû amadekariyên wê dihatin kirin, bi coşeke mezin hat lidarxistin. Gelên li bajar dijîn, bi kelecana Newrozê bi saetan beriya destpêkirina pîrozbahiyê hatin qadê. Pîrozbahî li Qada Kiliçê hat lidarxistin. Jin û ciwan bi cilên herêmî tev li bûn û welatî piştî lêgerîna li noqteyên polîsan ketin qadê. Polîsan xwestin dest danin ser fularên bi rengên kesk, sor û zer û cil û bergan. Lê belê gel bertek nîşan da û polîs neçar man ku paşvegavê biavêjin.    Bi hezaran kes herikîn qadê û bi gerandina govendên li ber dahol û zirneyan li benda destpêkirina bernameyê man.    HEVŞAREDARAN BI HEV RE GEL SILAV KIRIN   Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Necla Kum û namzetên navçeyan bi hev re derketin ser dikê û gel silav kirin.    Namzeta Şaredariya Halfeliyê Yildiz Tendîk Paral peyama TJA’yê xwend û piştre jî namzet Necla Kum axivî. Kum, bal kişand ser hilbijartinê û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin.    ‘KURD, AZERÎ, TEREKEME Û HER KES XWEDIYÊN VÎ WELATÎ NE’    Namzet Mehmet Nûrî Guneş jî coşa li qada Newrozê şiband coşa serkeftina hilbijartina 2009’an û ev tişt anî ziman: “Xuyaye ku xelkê Îdirê biryara xwe ya 31’ê Adarê daye. Kurd, azerî, terekeme û her kesên li vî bajarî dijîn, xwediyên esil ên vî welatî ne. Li pêşiya me hilbijartineke dîrokî heye. Serî li her cureyên hîleyan didin. Leşker û polîs veguhestine bajar û qeyûm anku walî mal bi mal digere. Tevî vê jî dê gelê me bersiva pêwîst bide wan.”    BULDAN: EV GEL DÊ DEV JI TÊKOŞÎNA XWE YA AZADIYÊ BERNEDE    Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan axivî. Buldan, ji ewil girse silav kir û got ku Newroz serhildana li dijî zaliman e. Buldan, got ku gelê kurd ji bo azadî, aştî û demokrasiyê bedelên giran daye, her tim rastî tunehesibandinê hatiye û nekariya ziman û çanda xwe bi awayeke azad bijî. Buldan, got ku dê gelê kurd tu caran dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernede.    ‘DÊ TECRÎD RABE, AZADÎ WERE’   Bi domdarî Buldan bal kişand ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Hûn bi tecrîdê re nikarin dahatûya vî gelî xesp bikin. Ne tenê li ser birêz Ocalan, hûn tevahiya gel tecrîd dikin. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Heke tecrîd hebe xwişk-biratî nabe,  heke tecrîd rabe dê azadî, aştî û demokrasî were vî welatî.” Di wê navberê de girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.    Buldan, piştre bal kişand ser hilbijartinê û got ku tevî her cureyên lîstikan jî dê li Îdirê bi ser kevin. Buldan bang li hemû gelên li Îdirê dijîn kir û got: “Dem dema wê ye em bi hev re bimeşin, dem dema azadiyê ye. Werin li dijî talanê em bibin yek û bi hev re bi ser kevin.”    AGIRÊ NEWROZÊ HAT VÊXISTIN   Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun jî nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend. Piştî axaftinan, siyasetmedaran tevî gel agirê Newrozê vêxist. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî Koma Bajar û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.