Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin 2024-03-20 15:28:02   RIHA - Li navçeya Wêranşarê tevlibûna deh hezaran kesan pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin.    Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Wêranşar a Rihayê li cihê Mazatê ya li Taxa Şirnakê hat lidarxistin. Bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Beşeke mezin a welatiyan bi cil û bergên kurdî tev li bûn. Welatiyên ku flamayên bi rengên kesk, sor û zer hilgirtin, gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û "Jin jiyan azadî” berz kirin. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî pankartên "Rabe zû ji xew şiyar be” û “Tu kulîlka biharê ya hêj venebûyiyî Kemal” vekirin.    DAYIKAN AGIR VÊXIST   Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Ektî di pîrozbahiyê de nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Namzetên hevşaredariyê yên Wêranşarê Bedriye Yorgun û Serhat Dîcle Înan welatî silav kirin. Namzetan ji bo hilbijartinê piştgirî xwestin.    BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Rihayê Celaleddîn Erkmen û Gulşen Ozer jî derketin ser dikê û Newroza gel pîroz kirin. Erkmen di axaftina xwe de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û wiha got: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze, divê tavilê ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”    Ji Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz jî xwest ku Newroz bibe wesîleya aştiyeke birûmet.    'NA JI TECRÎDÊ RE, BIJÎ AZADÎ’   Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel jî bal kişand ser çîroka Derwêşê Evdî û Edûleyê û Wêranşar weke “bajarê lehengan” pênase kir. Temel, anî ziman ku berxwedana gelê kurd a li vî bajarî bi qasî berxwedana Derwêşê Evdî ya li dijî dagirkeriyê kevn e. Temel, anî ziman ku hezkirina Derwêş a ji bo Edûleyê, hezkirina her kurdekî ya ji bo xaka xwe ye.    Bi domdarî Temel got ku hilbijartina 31’ê Adarê dê di navbera kurdan û dijminên kurdan de were kirin û wiha domand: “Em ê hem Wêranşarê hem jî Bajarê Mezin bi dest bixin. Ji bilî DEM Partiyê em dengê xwe nadin tu kesî. Em ê di 31’ê Adarê de serkeftina xwe pîroz bikin.”      Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Temel wiha got: “Girtî di greva birçîbûnê de û dayik di nobetê de ne. Êdî dema azadiya birêz Ocalan heye. Tu kes nikare têkiliya birêz Ocalan a bi gelê kurd re qut bike. Tu kes nikare birêz Ocalan ji hişê ciwanan derxîne. Na ji tecrîdê re, bijî azadî.”    Piştre jî hunermend Hediye Kalkan derket ser dikê û girseyê li ber stranên wê govend gerand.