Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin 2024-03-20 15:13:14   ÇEWLIG - Pîrozbahiya Newrozê Çewligê ya îro hate betalkirin. Hat daxuyandin ku dê pîrozbahî di 27’ê adarê de were lidarxistin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Çewligê daxuyand ku pîrozbahiya Newrozê ku dê îro bihata lidarxistin, hatiye betalkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê pîrozbahî di 27’ê adarê de were lidarxistin.    Serokwekîla DEM Partiyê ya Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî tev li daxuyaniyê bû. Hevserokê DEM Partiyê yê Çewlige Hasan Soysal di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di nexweşxaneya nêzîkî qada Newrozê de cenazeyeke leşkerekî heye û da zanîn ku Midûriyeta Polîsan jî ji wan re gotiye ku ew ê nikaribin pêşî li provakasyoneke ku derbikeve bigirin. Soysal diyar kir ku ew di hevdînê de peywir û berpirsyariya emniyetê anîne bîra wan.    DI 27’Ê ADARÊ DE MITÎNG   Soysal wiha axivî: “Me provakasyonên ku AKP ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve dikare bike dan ber çav û li gorî hesasiyetên Çewligê û ji bo silametiya hilbijartinên herêmî, pîrzobahiyên Newroza xwe betal kirin. Me ev biryar, ji ber provakasyonên ku dê werin rojevê û ji bo pêşî li mexdîriyetan bigirin daye. Em bang li gelê xwe dikin ku bila coş û morale xwe yê Newrozê tev li mitînga me ya mezin a 27 adarê bikin.”