Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn 2024-03-20 14:42:15   STENBOL - Ji ber çalakiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Kadikoyê hatibû lidarxistin, 95 jê jin bi giştî derheqê 100 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraetê hate dayîn.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kadikoy a Stenbolê bi dirûşma “Şer dide windakirin, aştî dide qezenckirin” çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de gelek kes ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin. 95 jê jin bi giştî derheqê 100 kesan de bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan û ji ber xwe ve belav nebûne” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Anadoluyê ya Stenbolê hat lidarxistin.    Hinek jin tev li danişînê bûn. Parêzer jî di danişînê de amade bûn. Şandeya dadgehê ji bo 100 kesan biryara beraetê da.