Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin 2024-03-20 14:38:36   ENQERE - Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê ji bo pîrozbahiya Newrozê û mitînga hilbijartinê ya ku di 24’ê adarê de were kirin banga tevlibûnê kir.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 24’ê adarê de li Anitparkê Cejna Newrozê pîroz bike û têkildarî hilbijartinên 31’ê Adarê mitîngê bike. Rêxistina Bajêr civîna çapemeniyê li dar xist û gelê Enqereyê vexwend Newroz û mitîngê. Namzetê hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Ozturk Turkdogan jî beşdar bû. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Fatîn Kanat ê daxuyanî xwend, wiha got: “Partiya me dê pîrozbahiya Newrozê û mitînga Enqereyê 24’ê Adarê roja yekşemê saet di 14.00’an de li Anitparkê li dar bixe.”   ‘EM HEMÛ KESÊN ALÎGIRÊN AŞTIYÊ NE VEDIXWÎNIN’    Kanat, da zanîn ku mitîng û pîrozbahiya Newrozê dê bi hev re çêbibin û wiha berdewam kir: “Em hemû kes û saziyên alîgirên ked, azadî, demokrasî û aştiyê ne vedixwînin. Newroza ku ji bo gelê me çirûskeke pêşeroja azad û jinûve dayikbûn e di heman demê de rojeke ku gelên Rojhilata Navîn jî lê xwedî derdikeve ye û di heman demê de li dijî polîtîkayên desthilatê yên yekperest, zayendî û netewperest jî rojeke berxwedan û têkoşîna gerdûnî ye.”   ‘NEWROZ SEMBOLA TÊKOŞÎNÊ YE’    Kanat, anî ziman ku Newroz qasî ku sembola berxwedan û azadiyê ye, di heman demê de sembola têkoşîna bi hev re ye jî wiha berdewam kir: “Heta ku yekitiya neteweyî pêk neye, parastina destkeftiyên kurd, pêvajoya aştî û demokrasiyê, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, vekirina rêyên qenalên diyalog û muzakereyê ne pêkan e. Di şertên ku Rojhilata Navîn û heta cîhan jinûve tê dizaynkirin û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku firsendan û rîskan di nava xwe de dihewîne de pêkanîna yekitiya neteweyî berpirsyartiya me hemûyan e.”   Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Enqereyê Ozturk Turkdogan ê pişt re axivî, diyar kir ku DEM Partî ji xelkê Enqereyê re vêbijêrkeke rast a çepê pêşkeş dike û wiha got: “Ji ber vê yekê ev ne tenê banga Newrozê ye, divê mitîngeke biheybet ku hemû sosyalîst, çepgir, demokratên sosyal û hemû gel û bawerî yên li Enqereyê dijîn tev li bibin be. Ez hemû kesê vedixwînim, mitînga me ya mitînga me ya roja yekşemê li Anitparkê were lidarxistin.”