Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye 2024-03-20 14:36:00   ŞIRNEX - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di Newroza Cizîrê de axivî û got ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye.    Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê ku li qada vala ya li Taxa Banê Xanê tê lidarxistin, dest pê kir. Bi hezaran cizîrî tevî barîna zêde jî ji saetên zû yên serê sibehê ve ji deverên cuda yên navçeyê hatin qadê.    Welatiyan dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û heta demekî dirêj govend gerandin. Gelemperiya welatiyan bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Her wiha qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer xemilî ye û bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Komîteya Amadekar a Newrozê û namzetên hevşaredariyê yên Cizîrê gel silav kirin.    PEYAMA GIRTIYAN      Welatî li ber stranên hunermend Welat kêliyên bicoş jiyan. Her wiha peyama girtiyan hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Me jî gelek dixwest îro bi we re tev li Newroza Cizîrê bibin. Dilê me bi we re ye.”    DOGAN: RÊYA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE     Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di pîrozbahiyê de axivî û got ku girîngî û wateya Newrozê ji bo Cizîrê cuda ye. Dogan, wiha domand: “Newroz, ruhê 92’yan e. Bajarê têkoşîn û azadiyê; we îro careke din nîşan da ku nekarîne bi kurdan serî bidin tewandin. Cizîrê careke din îrade û biryardariya xwe nîşan da.”    Bi domdarî Dogan ev tişt anî ziman: “Newroz, têkoşîn e, em careke din li gelên Mezopotamyayê pîroz dikin. Bersiva me ya li dijî polîtîkayên li dijî kurdan tên meşandin zelal e. Ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê polîs û leşker anîne û li benda encamên cuda ne lê dîsa jî Cizîr dê hêza xwe li ser sindoqan nîşan bide. Şirnex bi rêya hîleyan standin lê em ê careke din destûrê nedin vê. Em ê di 31’ê Adarê de mizgîniya mezin bidin. Deriyê mizgîniyê Îmrali ye, gelo hûn dê wê mizgîniyê bidin? Rê û navnîşana çareserî, azadî û aştiyê Îmrali ye.”    Di pîrozbahiyê de her wiha nirxandinên Abdullah Ocalan ên di demên berê de ji bo Newrozê kiribûn hatin xwendin. Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Hîvronê didome.