Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir 2024-03-20 13:07:01 COLEMÊRG - Li navçeya Geverê tevî barînan jî bi hezaran kes diherikin qada pîrozbahiya Newrozê.    Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Gever a Colemêrgê li Stadyuma Yenî Şehîrê tê lidarxistin. Bi hezaran kes tevî hewayê sar û barînan jî ber bi qadê ve diherikin. Gelempariya welatiyan cil û bergên kurdî li xwe kirine.    Qada Newrozê bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), flamayên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Welatî di deriyekî de dikevin qada Newrozê û coşa pîrozbahiyê her ku diçe zêdetir dibe.