Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin 2024-03-20 12:58:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK’î bi boneya Newrozê banga “yekitiya neteweyî” û “parastina hevpar” li gelê kurd kirin.  Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’î yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Daxuyanî li ser navê Denîz Kaya hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew Newerozê bi coş, moral û baweriyeke mezin pêşwazî dikin.   Di daxuyaniyê de ji ewil Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gelên bindest û hemû kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dayîn hate pîrozkirin. Bi domdarî hat diyarkirin ku ew Newroza îsal bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin. Girtiyan, da zanîn ku 21'ê Adarê dengê azadiyê ya gelê kurd, bawerî û biryardariya mezin a rabûna ser piyan e.    ‘MIZGINÎ’ HAT SILAVKIRIN   Kaya, bal kişand ser daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ku digot; “Em bûne xwedî wê derfetê ku balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) bêbandor bikin” û ev gav hate silavkirin.    Girtiyan, bi domdarî qala hilbijartinên 31’ê Adarê kirin û ev bang kirin: “Em bang li gelê xwe û gelan dikin ku di 31'ê Adarê de li dijî mejiyê AKP-MHP'ê yê komkujer, diz û mêtingeriya kesê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin û vê yekê weke berpirsyariyeke dîrokî ji xwe re bibînin."   BANGA YEKITIYA NETEWEYÎ Û PARASTINA HEVPAR   Bi domdarî bang li gelê kurd hate kirin ku bertekê nîşanî PDK a bi artêşa tirk re tevdigere bide û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji bo parastina yekitiya neteweyî û global, ji bo avakirina Kurdistana azad û paqijkirina xaka Kurdistanê ji postalên qirêj ên mêtingeran, em bang li hêzên pêşmergeyan dikin ku bi ruhê parastina hevpar li gel gerîlayên leheng di heman eniyê de têbikoşin û serkeftinê misoger bikin.”