Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin 2024-03-20 12:45:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payîn ku dê sibê li her çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê bi milyonan welatî biherikin Qada Newrozê ya Amedê. Bernameya pîrozbahiyan eşkere bû, dê ketinên qadê saet di 08.30’an de dest pê bikin.     Starta Newrozê îsal di 15’ê adarê de bi diruşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate dayîn. Newroza dîrokî ya Amedê dê sibê were lidarxistin. Pîrozbahiya tê payîn ku dê bi heybet derbas bibe, dê li Parqa Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê were lidarxistin.    KETINÊN QADÊ SAET DI 08.30’AN DE DEST PÊ DIKIN   Ketinên Qada Newrozê dê saet di 08.30’an de dest pê bikin. Welatî dê ji 6 deriyên cuda têkevin qadê. Dê deriyê protokolê cuda be.    AXIVER Û HUNERMEND   Bernameya Newrozê dê bi bîranîna Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, dest pê bike. Kurkut dê li cihê ku lê hatiye qetilkirin were bîranîn. Piştre dê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe deqeyek rêzgirtinê were lidarxistin. Komîteya Amedekar dê gel silav bike û dê pîrozbahiyên Newrozê det pê bikin.    Bername dê bi xwendina peyamên girtiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ketine greva birçîbûnê bidome. Dîsa dê peyama namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak ku dema hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê bû û hatibû girtin dê were xwendin.    Piştî ku agirê Newrozê hate vêxistin dê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica axaftinekê bikin.    Dê hunermend Xezel Mistefa derveke ser dikê û pişte dê Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Serra Bucak û Dogan Hatun ser dikê gel silav bikin.    Şun de dê Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftinekê bike û dê hunermend Faraj Alî Pour derkeve ser dikê.    Berdevkê Kogreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek dê nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên berê ser Newrozê kiribûn dê bixwîne.    Piştî xwendina peyamên Ocalan dê Leyla Zana axaftinekê bike. Bername dê bi derketina ser dikê ya hunermanda navdav a Tunusê, Emel Matlouthi berdewam bike.    Di dawiyê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê axiaftina xwe bike û pey re hunermend Mîkaîl Aslan û Arhat dê derkevin ser dikê. Bername dê piştî stranên hunermandan bi dawî bibe.    Dema axaftinan dê di navbera 5 an jî 10 deqeyan de bin.    DÊ PEYAMÊN AZADÎ Û ÇARESERIYÊ WERIN DAYÎN   Tê payîn ku peyamên tên dayîn û axaftinên dê werin kirin, bi giranî ser mijara azadiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bin.    DESTÛR NADIN PROVAKASYONAN   Dê li dijî hin derdorên di Newroza Stenbol û Îzmîrê de ji xwe re digotin “Nasyonalîst” û hewl dan provakasyonekê derbixin dê tevdîr werin girtin. Kesên peywirdar ên li qada Newrozê dê destûrê nedin provakasyona van kesan.