Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin 2024-03-20 12:41:15 AGIRÎ - Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê ji bo “Mitînga Mezin a Agiriyê û mitînga fînalê” ku dê di 25’ê adarê de li Qada Dortyolê were lidarxistin banga tevlibûnê kir.  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo “Mitînga Mezin a Agiriyê û mitînga fînalê” ku dê di 25’ê adarê de li Qada Dortyolê were lidarxistin, li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Umut Dogruer axivî. Dogruer,   da zanîn ku dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê tev li pîrozbahiyê bibe. Dogruer, wiha got: “Banga me li hemû karker, kedkar, ciwan û jinan ew e ku tev li Newrozê bibin.”    BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ   Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Agiriyê Hazal Aras jî ji bo tevlibûna mitîngê ev bang kir: “Li her devera em diçinê bi dilgermî tên pêşwazîkirin. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma û em li bendê ne ku tevahiya gelê me bi reng û coşa xwe tev li mitînga fînalê bibe.”    Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî ev tişt anî ziman: “Mitînga me dê mizgîniya 31’ê Adarê jî bide me. Weke DEM Partiyê em ê li Kurdistan û Tirkiyeyê tiştên aydê xwe dîsa bistînin. Ji bo vê serkeftinê jî em li bendê ne ku gelê me tev li Newrozê bibe.”