Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin 2024-03-20 12:40:58   ENQERE - Ji ber bidawîbûna endamtiya 12 salan a Serokê AYM’ê Zuhtu Arslan, dê sibê ji bo Serokatiya AYM’ê hilbijartin bê kirin.   Ji ber bidawîbûna endamtiya 12 salan a Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan, dê sibê ji bo Serokatiya AYM’ê hilbijartin bê kirin. Arslan ji nav 3 namzetên ku ji aliyê Lijneya Giştî ya Hîndekariyabilind ve ji aliyê Serokkomar ve weke namzet hatibû nîşandan, di 20’ê sibata 2012’an de weke endamê AYM’ê hate hilbijartin û di 17’ê nîsana 2012’an de dest bi peywîrê kiribû.    Dema endamtiya Serokê AYM’ê Zuhtu Arslan di 20’ê nîsana 2024’an de tejî dibe.    Ji bo Serokatiya AYM’ê Yûsûf Şevkî Hakyemez, Yildiz Seferînoglû û Îrfan Fîdan dê bikevin pêşbirkê.