Newroza Cizîrê zû dest pê kir 2024-03-20 11:58:12 ŞIRNEX - Pîrozbahiya Newrozê ya Cizîrê zû dest pê kir. Welatiyên ku bi saetan berê hatin qadê, dest bi pîrozbahiyan kirin.    Pîrozbahiya Newroza navçeya Cizîrê ya Şirnexê di saetên zû de dest pê kir. Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê, kelecaneke mezin a xelkê Cizîrê heye. Xelkê navçeyê di saetên zû yên serê sibehê de berê xwe dan qadê.    Welatiyên gihiştin qadê, li ber noqteyên lêgerînê yên ji hêla polîsan ve hatine danîn hatin sekinandin. Welatî bi saetan li vir hatin sekinandin û piştre karîn bikevin qadê.    Polîsan destûr nedan ku fular û cil û bergên bi rengên kesk, sor û zer bikevin qadê. Her wiha destûr nedan ku gel bi kumikan jî bikeve qadê. Lewma bi sedan kes neçar man ku kumên xwe derxînin û li derveyî qadê hiştin.   Gelemperiya welatiyan bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê dibin. Welatiyên ketin qada pîrozbahiyê, li ber dahol û zirneyan govend gerandin û li benda destpêkirina bernameyê ne.   Hêj jî bi hezaran kes diherike qada Newrozê û tê payîn ku hejmareke zêde tev li pîrozbahiyê bibe.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Ayşegul Dogan dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Piştî axaftinan jî dê Koma Sorjiyan, Hîvron û hunermendên herêmî derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.