Bi hezaran kes diherikin qadan 2024-03-20 11:42:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Qoser, Akdenîz, Elkê, Wêranşarê û Sêrtê bi hezaran kes ji bo pîrozbahiyan diherikin qadên Newrozê.  Pîrozbahiyên Newrozê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tên lidarxistin didomin. Îro li 15 navendan pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.    MÊRDÎN/QOSER   Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê li Qada Otogarê tê lidarxistin. Bi hezaran kes beriya pîrozbahiyê li qada Newrozê kom dibe. Welatiyên ku li dora qada pîrozbahiyê ya bi bariyeran hatiye dorpêçkirin kom bûyîn, bi dirûşm û tililiyan dikevin qadê. Tevlibûneke xurt a ciwana ji bo pîrozbahiyê heye.    Welatiyên ku bi komî, bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşma "Bijî Newroz" dikevin qadê, bi flamayên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ketin qadê, qadê tije dikin. Li noqteya lêgerîna ya polîsan ji bo rengên kesk, sor û zer destûr nehat dayîn. Li ser israra gel, bi hezaran kes bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" meş li dar xistin.    Pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin dest pê kir û hêj bi hezaran kes diherikin qadê. Jinan bi cil û bergên xwe yên kurdî rengîniyeke mezin dane qadê. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan jî tev li pîrozbahiyê bûn û girseyê li ber muzîkên kurdî dest bi gerandina govendê kir. Li qada Newrozê pankarta "Rabe! Dema azadî û serkeftine ye" hate vekirin, girse dirûşman berz dike, govendê digerîne. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Ebrû Gunay dê di pîrozbahiyê de biaxivin.    Piştî axaftinê jî dê hunermend derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.      Li Mêrsînê agirê Newrozê gur bûhttps://t.co/8zef644Jq0 pic.twitter.com/2UK00JyvCf — Ajansa Mezopotamya (@Makurdi4) March 20, 2024   MÊRSÎN/ AKDENÎZ   Coşa Newroza Mêrsînê jî ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir. Navnîşana pîrozbahiyê, Qada Mitîngê ya Tirmilê ya li navçeya Akdenîzê bû. Bi hezaran kes ji saetên zû yên serê sibehê ve ber bi qadê ve diherikin. Gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" tê berzkirin û welatî piştî lêgerîna li du noqteyan dikevin qadê. Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî tev li bûn, dest bi gerandina govendê kirin. Coşa Newrozê her ku diçe zêdetir dibe û tevlibûna xurt a jin û ciwanan balê dikişîne.    Tê payîn ku pîrozbahiya Newrozê demek şûnde dest pê bike.    Li navçeya Wêranşar a Rihayê bi hezaran welatî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" diherikin qada Newrozê. Pîrozbahî li qada Newrozê ya li Taxa Şirnakê tê lidarxistin û coşeke mezin heye. Welatî bi cil û bergên kurdî û bi flamayên kesk, sor û zer dikevin qadêhttps://t.co/yX4IpL0RiM pic.twitter.com/tFXY87zxvl — Ajansa Mezopotamya (@Makurdi4) March 20, 2024     RIHA/WÊRANŞAR    Li navçeya Wêranşar a Rihayê bi hezaran welatî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" diherikin qada Newrozê. Pîrozbahî li qada Newrozê ya li Taxa Şirnakê tê lidarxistin û coşeke mezin heye. Welatî ji saet 10.30’ê ve dest bi ketina qadê kirin. Welatî bi cil û bergên kurdî û bi flamayên kesk, sor û zer dikevin qadê. Bi hezaran kes li qadê kom bûne û bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.    Li Elkê welatî bi meşaleyan dikevin qada Newrozêhttps://t.co/8zef644Jq0 pic.twitter.com/cX7KFPjXCP — Ajansa Mezopotamya (@Makurdi4) March 20, 2024     ŞIRNEX/ELKÊ   Li Elkê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Tevî ku barîna berfê ya du rojan li navendê û gundan dibare hatin û çûyîn asteng kir jî bi dehan welatî bi meşê hatin qada Newrozê. Jin, zilam û zarok bi cilên xwe yên herêmî tev li pîrozbahiya li quntarê Çiyayê Kato hate kirin bûn. Gelê ku li ber avahiya DEM Partiyê meşale pê xistin, heta Qada Demokrasiyê ya bi alên DEM Partiyê hatiye xemilandin meşiyan. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Nevroz Ûysal Aslan û Dayikên Aştiyê beşdar bûn.    Newroz bi gerandina govendê ya gel ya li ber erbaneyan berdewam dike.        SÊRT    Li Sêrtê li Qada Newrozê ya taxa Çakmakê pîrozbahî dest pê kirin. Welatiyên di saetên serê sibê ji navenda bajaran û gundan hatin ber bi qada ku pîrozbahî lê hatin kirin ve herikîn. Welatî piştî ku ji noxteyên lêgerînê derbas bûn li ber muzîkên ji dikê dihatin lêxistin govend gerandin. Welatiyên cilên neteweyî li xwe kirin dirûşmeyên “Bê Serok jiyana nabe” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berzkirin.    Ji 4 noxteyan ketina qadê berdewam dike.