Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin 2024-03-20 11:41:44 WAN - Li Wanê ji ber barîna berfê ya ji duh bi şev ve rêya 446 jîngehan hate girtin. Li navenda bajêr jî piştî logar hatin girtin, rê veguherîn golê.  Li Wanê barana ku duh biroj barî di saetên êvarî de cihê xwe ji barîna berfê re hişt. Barîna berfê ya heta serê sibê bi bandor bû sturiya berfê li navenda bajêr gihişt 15 santîmetreyan û li cihên bilind jî gihişt 40 santîmetreyan.    Li 183 gund û 263 mezrayan bi komî li 446 jîngehan rê hatin girtin. Ji ber rewşa hewayê ya neyînî li 11 navçeyan rojekê navber dan perwerdê.    LI SER RÊYA ŞAXÊ AŞÛT HATE XWARÊ    Ji ber barîna berfê ya zêde li ser rêya navçeya Şaxê li du cihan aşut hate xwarê. Ji ber aşuta di navbera rêya Şax-Wan û Şax-Berwariyê de ketiye rê hatiye girtin.    Li navenda Wanê jî ji ber barîna berfa zêde dar şikestin, logar hatin girtin û rê veguherîn golê. Rewşa rêya ku wesayît jî bi darê zorê karîn biçin bû sedema bertekan. Şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de li nava bajêr xebateke berbiçav nekirin.