Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin 2024-03-20 11:34:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Îro li 16 navendan agirê Newrozê hate vêxistin.  Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê vêxistin. Pîrozbahî dê îro li 16 navendan bên lidarxistin. Cihên ku dê îro pîrozbahî lê bên lidarxistin wiha ne: Wan/Erdîş, Şirnex/Elkê - Cizîr-Hezex, Riha/Wêranşar, Îdir, Çewlig, Bedlîs/Tetwan, Colemêrg/Gever, Mêrdîn/Qoser, Sêrt, Çanakkale, Manîsa, Mêrsîn, Aydin û Konya.