DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin 2024-03-20 10:59:10   STENBOL - Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê gotin ku bi dengên hilbijêrên li rojavayê Tirkiyeyê dê li Kurdistanê bikarin 15 şaredariyên di destên qeyûman de jê bistînin û li dijî veguhestina “hilbijêrên gerok” ku polîs û leşkerin, bang li her kesî kirin ku biçin bajarên xwe û dengê xwe bidin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê, beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî bala xwe da ser hilbijêrên bitevger. DEM Partiyê ji bo kesên li derveyî bajarên xwe û nikarin bi derfetên xwe biçin ser sindoqê, “komîsyona Hilbijêrên Bitevger” ava kir. Di vê çarçoveyê de bi taybet jî li ser bajarên weke Riha, Îdir, Qers, Sêrt, Çewlig, Dêrsim, Şirnex û Colemêrg jî di nav de li ser 110 navend û navçeyan disekine.    Hilbijêrên ku dixwazin biçin bajarên xwe û dengê xwe bidin, dikarin li rêxistinên DEM Partiyê yên Stenbol û navçeyên wê qeydên xwe çêbikin, li ser sepana karekodê ya partiyê formê tije bikin û serlêdana xwe bikin. Serlêdan dê di 27’ê adarê de bi dawî bibin. Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz bang li hilbijêrên bitevger kirin.    'EM BI TAYBET LI SER HILBIJÊRÊN BITEVGER DISEKININ’    Gonca Yangoz anî ziman ku di xebatên xwe yên li Stenbolê de bi taybet jî li ser mijara hilbijêrên bitevger disekinin û wiha got: “Ev îktîdar dikare her cureyên hîleyan bike. Lewma di hilbijartinê de em bi taybet jî li ser hilbijêrên bitevger disekinin. Em dixwazin wan bibin bajarên wan û dengê xwe bidin. Gelemperiya wan jî kurd in. Li derve çend hilbijêr hebin bila serî li DEM Partiyê bidin, formê tije bikin û dikarin ser medyaya dijîtal û telefonê jî xwe bigihînin me. Xebatên me bi lez û bez didomin. Em tax bi tax, mal bi mal, şantiye bi şantiye digerin û xebatên xwe didomînin. Me ji bo vê ekîbek jî ava kiriye û em soz didin ku dê wan bibin bajarên wan.”    'LI DIJÎ HER LEŞKER-POLÎSEKÎ EM Ê HILBIJÊRÊN RASTEQÎN VEGUHÊZIN’    Bi domdarî Yangoz anî ziman ku qeydên hilbijêrên bitevger didomin û dîroka çûna wan jî diyar e. Yangoz, wiha pê de çû: “Ji kesên kal, astengdar û hwd. re jî em ê bibin alîkar. Yên nikarin bi otobûsê biçin em ê ji bo wan bilêta balafirê bikirin. Em ê nêzî 200 seferên otobûsan bikin. Ji bo kesên dê bi lezgînî vegerin jî em ê çareseriyê peyda bikin. Ji niha ve me bilêt amade kirine. Em dizanin ku dê îktîdar hêzên ewlekariyê veguhêze Kurdistanê. Li dijî her polîs-leşkerekî em ê hilbijêrên rasteqîn veguhêzin. Li dijî îktîdara vîna me xesp dike em jî dê derfetên xwe biafirînin. Heke kesên li vir dijîn û ji warê xwe hatine kirin hebin, bila xwe bigihînin partiya me.”    BI HILBIJÊRÊN BITEVGER DIKARE 15 ŞAREDARÎ BÊN BIDESTXISTIN    Kalmaz jî anî ziman ku di bidestxistina şaredariyên li Kurdistanê de roleke mezin a Stenbolê heye û wiha got: “15 şaredariyên li Kurdistanê yên qeyûm lê hatine tayînkirin em dikarin bi dengên hilbijêrên bitevger dîsa bi dest bixin. Îktîdarê hilbijêrên ‘sexte, xeyalî’ li van 15 bajar û navçeyan veguhestiye. Heke em hilbijêrên li Stenbolê veguhêzin, em dikarin bi dest bixin. Lewma banga me ya ji bo gelê me yê li Stenbolê ev e; divê tu kesên dengên wan li Kurdistanê ye nemîne û biçe dengê xwe bide. Di serî de Riha, Îdir, Qers, Sêrt, Çewlig, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg û hwd. ji ber veguhestina hilbijêrên hatine veguhestin cihên bipirsgirêk in. Divê li dijî vê sextekariyê, em biçin dengê xwe bidin.”    'BI RUHÊ NEWROZÊ EM BIÇIN SER SINDOQÊ’   Kalmaz, da zanîn ku Newroza Stenbolê peyameke mezin daye îktîdarê û wiha bi dawî kir: “Em ê şaredariyên li Kurdistanê ji qeyûman bistînin. Banga me ew e ku her kes bi ruhê Newrozê biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Tenê xwe bigihînin me bes e. Dê di 28-29’ê adarê de ji Stenbolê bi rê kevin. Em dîsa bang li gelê xwe dikin ku biçin Kurdistanê û dengê xwe bidin. Divê em bi ruhê seferberiyê tevbigerin û biçin dengê xwe bidin.”    MA/ Esra Solîn Dal