Li Behra Marmarayê erdhej çêbû 2024-03-20 10:35:53   STENBOL - Li Behra Marmarayê bi pileya 3.5 erdhej çêbû.    AFAD’ê ragihand ku li Behra Marmarayê bi pileya 3.5’ê erdhej çêbû. Erdhej li bajarên Stenbol, Bursa û Yalovayê hate hîskirin û Rasatxaneya Kandîlliyê pileya wê weke 3.7 eşkere kir.