AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin 2024-03-20 10:19:33 ÎDIR - Li Îdirê îxtîmala ku DEM Partî di hilbijartinê de bi ser keve her ku diçe zêdetir dibe û AKP-MHP ên namzetê hevpar nîşan dayîn êdî weke çareya dawî wezîrên nû û yên berê tev li xebatan kirin.    Ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê demekî kin ma. Bajarê Îdirê 86 salan ji hêla partiyên nêzî dewletê ve hate birêvebirin. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2009’an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi ser ket û ev “qeder” serûbin kir. Di hilbijartinên 2014’an de jî partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi ser ket. Lê belê di 15’ê tîrmeha 2016’an de Rewşa Awarte (OHAL) hate ragihandin û bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) li zêdetirî sed şaredariyên BDP’ê qeyûm hatin tayînkirin û bi dehan hevşaredar hatin girtin.    Tevî vê yekê jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li ser kevneşopiya BDP’ê dihat, di hilbijartinên 2019’an de ferqekî mezin avêt namzetê hevpar ê AKP-MHP’ê û şaredarî bi dest xist. Lê belê dîsa li hemû şaredariyên HDP’ê qeyûm hate tayînkirin û hevşaredar hatin girtin.    Hevşaredar Yaşar Akkuş hêj girtî ye û bajar bi destê qeyûm tê birêvebirin. Îcar jî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi namzetên xwe Nejla Kum û Mehmet Nûrî Guneş dikeve hilbijartinê.    Eleqeya xelkê bajar a ji bo namzetên DEM Partiyê her roj zêdetir dibe. Bi vê rewşê re qeyûmê bajar û walî Ercan Turan, zextên xwe yên li ser Lijneya Hilbijartinê ya Bajar (YSK) girantir kir. Di encama vê zextê de lijneyê namzetiya namzetê DEM Partiyê Guneş qebûl nekir. Li dijî vê biryarê, xelkê bajar du rojan li kolanan meş û çalakî li dar xistin. Li ser vê yekê lijne neçar ma ku îtîraza Guneş qebûl bike û namzetiya wî teqez bû. Piştî vê rewşê, eleqeya ji bo DEM Partiyê ya li bajar hêj zêdetir bû.    Li bajar 5 hezar leşker û polîs weke hilbijêr hatine veguhestin lê tevî vê yekê jî DEM Partî li pêş xuya dike.    Namzeta hevpar a AKP-MHP’ê Ulku Ocal, Parlamenterê AKP’ê Canturk Alagoz ku bi belgeyan derket holê ku ji bo milyonek derziyên ji Çînê anîbûn 12 milyon wergirtiye û walî û qeyûmê bajar Ercan Turan ji bo qezenckirina şaredariyê di nava hewldanên cuda de ne. Ev hewldanên wan bûne rojeva bajar. Li gorî îdiayan; ev her sê kes li xelkê xizan ê bajar pere û erzaqî belav dikin.    Li gorî agahiyan; tevî azeriyên bajar her wiha dê kurdên deng didan AKP’ê jî dê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedin AKP’ê. Li gorî gotinên xelkê bajar; sedema herî mezin a vê rewşê jî parlamenterê AKP’ê Canturk Alagoz e ku bajar dîlgirtiye. Di heman demê de tê gotin ku karsaz û xwediyê Igdirsporê Alagoz jî ji qeyûm gelek îhale girtiye û gelek neguhêzbarên aydê şaredariyê xesp kiriye.    WEZÎR LI ÎDIRÊ NE   Li gorî îdiayan; piştî ku AKP-MHP’ê ferq kirin ku dê namzeta wan winda bike, Alagoz bangî wezîran kir. Li ser van bangawaziyan; wezîrê Veguhestin, Deryavanî û Ragihandinê yê berê Ahmet Arslan di 13’ê adarê de hatin Îdirê. Wezîrê berê li gel Ocal û Alagoz tev li xebatên hilbijartinê bû. Rojek piştre jî wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglû hate bajar û tev li xebatên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê yên bajar bû. Li gel vê, medyaya navendî jî ji bo Îdirê hate seferberkirin. Heta di astekî wisa de ku TRTHabarê di heman rojê de li pêşiya avahiya şaredariyê ya berê de bi weşana zindî bernameya taybe kir. Di bernameyê de wezîr sozên xwe yê ji bo Îdirê rêz kir. Di heman demê de gelek qenalên weke AHaberê jî ji bo propagandaya namzeta hevpar a AKP-MHP’ê Ocal ketin rêzê.    WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR JÎ BAZ DA!   Rojek piştre jî wezîrê Xebat û Ewlehiyê Vedat Işikhan hate bajar û tev li xebatan bû. Di heman demê de Işikhan di çarçoveya bernameya AKP-MHP’ê ya bi Midûriyeta Herêma Pîşesaziya Organîzeyî amade kirî de bi karsazan re hate gel hev. Duh bi şev jî Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya hate bajar. Namzeta AKP-MHP’ê wezîr li balafirgehê pêşwazî kir. Wezîr tevî namzeta AKP-MHP’ê ya hevpar Ocal tev li bernameya di bin navê “hevdîtina bi civaka sivîl re” bû. Yerlîkaya piştî bernameyê jî çû buroya hilbijartinê ya AKP’ê.