Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin 2024-03-20 09:39:58   AMED - Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê yên ji bo Newroza ku dê sibê li Amedê bi coşeke mezin were lidarxistin bang kirin, wiha gotin: “Em ê bi dirûşma xwe ya ‘Dem dema azadî û serkeftinê ye’ li Newrozê ber bi azadiyê ve bimeşin.”   Newroza ku îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin dê sibê li Amedê li Parka Newrozê saet 10.00’an de dest pê bike.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo Newroza Amedê ya dîrokî banga tevlibûnê kir. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Hejmara 2’yan a Amedê Îrfan Denîz destnîşan kir ku weke her sal gelê kurd dê îsal jî xwedî li Newrozê derkeve. Denîz, destnîşan kir ku Newroz li dijî Dehaq agirê azadiyê yê Kawayê Hesinkar vêxistiye ye û bi gotina “Em li bendê ne ku gelê me bi cilên xwe yên rengîn ên netewî bi coş û tilîliyan tev li Newrozê bin, Newroza gelên li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz be” banga tevlibûnê kir.    Hevserokê Şaxa DÎSK/Genel Îş a Hejmara 2’yan a Amedê Becet Barût ê Newroz weke “Cejna hemû gelên bindest e” penase kir, destnîşan kir ku di Newrozê de li dijî şer peyama aştiyê dê bê dayîn. Barût, wiha berdewam kir: “Polîtîkayeke şer a sed sal in li dijî gelên kurd û gelên cîhanê tê meşandin heye. Weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Gelan dirûşma me ya “Şer dikuje aştî dide jiyîn” heye. Em ê di Newrozê de bi gelê Amedê re aştiyê biqîrin.”   ‘NEWROZA AZADIYÊ’    Sekretera Şaxa Genel-Îş’ê ya Hejmara 1’an a Amedê Ayşe Guler, bi lêv kir ku Newroza dê îsal pîroz bikin dê bibe “Newroza Azadiyê” ya gelê kurd û wiha got: “Em hêvî dikin ku Newroz ji bo hemû gelan bibe wesîleya aştî û azadiyê. Heta ku gelê kurd azad nebe, tu gel azad nabin. Em bang dikin ku hemû gel bi awayekî girseyî bi coşeke mezin tev li vê Newrozê bibin.”   Hevseroka Şaxa Tum Bel-Sen’a Amedê Çagla Sanay bang li herkesê kir ku biherikin qadên Newrozê û wiha got. “Em qada Newrozê bi tilîliyan û cilên xwe yên herêmî rengîn bikin. Em ê bi dirûşma xwe ya ‘Dem dema azadî û serkeftinê ye’ ber bi azadiyê ve bimeşin. Em hemû gel di vê meşê de bi hev re bibin. Banga min li hemû gelan e werin em bi hev re di Newroza Amedê ya di 21’ê Adarê de dirûşmeyên xwe yên aştî û azadiyê biqîrin.”