Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin 2024-03-20 09:08:46   MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo meha Remezanê paketên alîkariyê amade kirin. Broşûrên namzetên AKP’ê li ser paketan hatiye xistin û kêliyên ku ev paket li wesayîta anonsê ya AKP’ê dihatin barkirin hatin kişandin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, beriya meha Remezanê TIR’eke qoliyên alîkariyê dabû amadekirin û ev qolî ji bo kampanyaya namzetên AKP’ê hatin veqetandin. Li ser qoliyên alîkariyê yên şaredariyê, broşûrên namzetên AKP’ê yên Bajarê Mezin û navçeyan hatin xistin û ji bo belavkirinê radestî rêxistinên AKP’ê kir. Derket holê ku ev qoliyên alîkariyê di xebatên hilbijartinê yên AKP’ê yên Mêrdînê de tên bikaranîn û li ser wan navê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û logoya wê jî hene. Lê belê qolî ji kîjan namzetê AKP’ê re hatibin şandin, li ser broşûrên wan namzetên AKP’ê heye.    Li navçeya Artukluyê li gel broşûrên namzetên AKP’ê, her wiha logoya AKP’ê jî li ser hatiye xistin û nameya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî hatiye bicihkirin.    Di qoliyên li navçeya Stewrê de jî li gel broşûrên namzetên AKP’ê, her wiha kêliyên dema ev qolî li wesayîtên anonsê dihatin barkirin hatin kişandin. Di dîmenan de li ser qoliyên li wesayîtê hatin barkirin nav û logoya Şaredariya Bajarê Mezin bi zelalî tê dîtin.