Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye 2024-03-20 09:07:21 ÎZMÎR - Rojnameger Amed Dîcle got ku Tirkiyeya bi operasyonên derve nekariye têkoşîna kurdan têk bibe vê carê dixwaze hêzên cudatir têxe dewrê û encam bigire. Dîcle di amadehiyên plansaziyên êrişan de bal kişand ser rola PDK’ê û wiha axivî: “PDK di navenda planên dîplomatîk, leşkerî û aborî de ye.”    Êrişên dewleta tirk di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê êriş dabûn destpêkirin hêj jî didomin. Dewleta tirk bi plansaziya êrişeke nû ve di rojevê de ye. Bi vê armancê bi mehan e li gel rayedarên hikûmet û leşkeriyê yên Iraqê, li gel Herêma Kurdistana Federe û Amerîka’yê hevdîtinên dîplomatîk li dar dixe. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneya xwe ya 4’ê adarê de daxuyuanî dabû û plansaziya xwe ya li dijî Herêmên Parastina Medyayê îlan kiribû.    Piştî vê daxuyaniyê hevdîtên li Enqere, Bexda û Erbîlê zêde dibin. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî (MSB) Yaşar Guler û Musteşarê Serokê Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin di 14’ê adarê de bi rayedarên ewlehiyê yên Iraqê re li Bexdayê û bi rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê re de hevdîtin pêk anîn.    Piştî civînan danezanek hevpar hate parvekirin û wiha hate gotin: “Her du alî bi ser tevdîrên li dijî rêxistin û baskên rêxistinên li Iraqê, Tirkiyeyê hedef digirin, şêwîrine.”     Derbarê plansaziya êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevdîtinên diplomatik ê dike de, rojnameger Amed Dîcle bi ajansa me re axivî.    Dîcle, diyar kir ku Tirkiye dixwaze li Herêma Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de weke mayînde be û anî ziman ku Tirkiye bi vî awayî dixwaze kurdan 100 salên din jî bêstatû bihêle. Dîcle wiha axivî: “Tirkiye dizane ku statuya li Başûr û Rojava dê kurdan kêyfxweş bike. Ji ber vê yekê dixwaze têkoşîna li dijî kurdan derveyî sînorên xwe de jî bidomîne. Dema vê yekê dike tenê armanc ne tenê çewisandina têkoşîna kurdan e, hesab dike ku dema Başur û Rojava dagir kir, dê li ser Iraq û Sûriyeyê jî serweriyê ava bike û li dijî dewletên herêmê jî bibe hêzeke navendî.”    ARMANC DAGIRKIRINA KURDISTAN Û TASFIYEKIRINA SIYASETA KURD E’   Dîcle diyar kir ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di demên dawî de têgehên wekî “dîplomasiya terorê” û “teroristanê” bi kar tîne û ev tişt gotin: “Tirkiye taybetî jî ji sala 2017’an şûn ve êrişên mezin li Başûr û Rojava dan meşandin. Di sala 2018’an de êrişî Efrînê, 2019’an de êrişî Serêkanî û Girê Spî, di nava heman hefteyê de êrişî Heftanînê kir. Hêj jî di bin navê ‘Operasyona Pençe Kîlîtê’ de êrişên xwe yên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê berdewam dike. Tirkiye dît ku tenê bi operasyonên leşkerî û bejahiyê, bi dagirkirina hin herêman nikare destkeftiyekê bi dest bixe. Li gorî plansaziya Tirkiyeyê ew ê di sedsala xwe ya 2023’yan de Kurdistanê dagir bikirana û dê siyaseta kurdan jî tasfiye bikirana. Di sala 2024’an de zirareke mezin da kurdan, lê nekarî têkoşîna kurdan biçewisîne. Vê rastiyê Tirkiye jî dibîne û wiha dibêje, ‘hêzên cudatir nebin, em nikarim bi ser bikevin.’”   ‘MIKURHATINA WINDAKIRINA ŞER’   Dîcle da zanîn ku Tirkiye dixwaze hêzên weke PDK, Îran û Iraqê jî tev li vî şerê xwe bike, li aliyê din de jî bi Amerîka, Ingilistan û dewletên Ewropayê re jî hevdînan pêk tîne û wiha got: “Di vê pêvajoya şer de dixwaze wan têxe nava şer, yên tev li şer nebin jî bi dîplomasiya dide meşandin, dixwaze wan bike bêalî.    ‘TEVÎ 50 HEZAR LEŞKERAN NEKARÎ BIBE SERWER ‘   Amed Dîcle bi bîr xist ku plansiya êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Tirkiyeyê tim hebû û bilêv kir ku hem ji ber rewşa xwe ya dîplomatîk, hem ji ber şerê Îsraîl û Xezayê, hem jî ji ber tecrubeyên xwe yên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, nekare êriş bike. Dîcle got ku Tirkiyeye di hevdîtinên bi Amerîka’yê re kiriye de ji wan şîreta ‘dema PKK bêbandor bû, dê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bêbandor bibe’ girtiye û wiha domand: “Nêzikatiyeke Tirkiyeyê ya wiha heye, ‘Em ê Başûrê Kurdistanê dagir bikin û statuya li wê derê belav bikin, heke em nekarin belav bikin jî em ê têxin di bin kontrola xwe de.’ Dixwaze xeta Musil, Kerkuk û heya Şengalê têxe di bin kontrola xwe de. Bi vî awayî dibêjin, ‘Em ê bêhnê li Rojavayê biçikînin.’ Tirkiye weke zelal vê tiştê naîne ziman lê belê konsepta şer a dema dawî, di heman çarçoveyê de berdewam dike. Dixwaze di sala 2024’an de ji bo vê plansaziyê derfetên nû ava bike. Ji ber ku Tirkiye berî niha jî li herêmê hinek bi pêş ket, 50 hezar leşkerên xwe bi cih kir lê belê nekarî serweriya xwe tam ava bike.”   Dîcle got ku Tirkiye ji bo van armancên xwe pêk bîne dixwaze erêkirina Iraqê bigire û ji bo van êrişan rewa bike jî dixwaze danezana “têkoşîna li dijî terorê” ava bike.    ROLA PDK'Ê ÇI YE?   Dîcle li ser mutabaqata li gel Iraqê hatiye kirin û di mutebaqata heyî de ser rola PDK’ê sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye dixwaze êrişî li hin herêmên Garê bike û kontrola hin girên Musilê têxe di bin kontrola xwe de. Tirkiye pir dixwaze PDK di nav vî şerî cih bigire û lewma koordînasyona hevpar dan avakirin. Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Murat Karayilan daxuyanî da û wiha got, ‘Me bihîst ku PDK ji hêzên xwe yên taybet re ferman daye û ji wan xwestiye ku heya meha adarê amade bibin. Li gorî hin agahiyên gihiştine ber destê me, Mesûd Barzanî li gel hin pêşengên li herêmên Dêralûk, Şeladizê û Amediyê dijîn xwestiye ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin û gotiye ku yên ku bi PKK’ê re hevkariyê dikin dê werin girtin.’ PDK jî ji Tirkiyeyê re wiha gotiye, ‘Hebûna min tenê jî têr nake. Divê ev yek bi biryara Hikûmeta Federal a Herêmî were rewakirin. Dê bi vî awayî ev yek hem di nava kurdên li  herêmê dijîn de hem jî dê di nava dewletên navneteweyî de rewa be.’ Tirkiye ji ber vê yekê bi YNK’ê re hevdîtinan dike, carnan gefan dixwe. Li gel partiyên siyasî û hêzên li herêmê re hevdîtinan pêk tîne.”    ÎDIAYA ‘BIRAZIYÊ BARZANÎ BI RAYEDARÊN TIRK RE CIVIYA’   Dîcle diyar kir ku hin hêzên girêdayî PDK’ê, unîformayên Iraqê li xwe kirin û bi rayedarên Tirk re hin civîn li dar xistin. Dîcle got ku di nava van civînan de, yek ji biraziyên Mesût Barzanî jî cih girtiye.    ‘PDK DI NAVENDA VÎ KARÎ DE YE’   Dîcle got ku îhtîmal heye ku artêşa Iraqê ji van hevdîtinan haydar nebe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PDK wek dîplomatîk, leşkerî û aborî di navenda vî karî de ye. Heke wekî ku Karayilan daxuyanî daye tev li şer bibe dê di Başûrê Kurdistanê de em nikarin qala hêzên leşkerî yên PDK’ê bikin. Di rewşek wiha de dê hêzên kurdî yên girêdayî Tirkiyeyê cih bigirin. Parastin, Roj, Zerevan weke taybet hatine perwerdekirin û rasterast girêdayî PDK’ê ne. Heta îro nehatiye dîtin ku ev hêz ji bo kurdan di serî de DAIŞ, di tu mewziyan de şer kiribin. Armanca van ya tekane, li dijî PKK’ê û Rojavayê mewzîbûn e. Dema ku PKK ji herêmê hate derxistin dê tu karê PDK’ê nemîne. Heke qadek ji bo PDK’ê were vekirin jî ev jî ji bo li dijî PKK’ê bikaranîn e.”