Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye 2024-03-20 09:06:23 AMED - Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku wan amadekariyên Newrozê temam kirine û got: "Em gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vedixwînin Newrozê." Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ku wê sibe li Amedê bê lidarxistin, bi dawî bûn. Pîrozbahî wê saet di 10.00'an de li Parka Newrozê bê lidarxistin. Newroza îsal ku wê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftine ye” bê pîrozkirin, tê payîn ku ligel bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji qada navenetweyî jî gelek kes beşdar bibin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û siyasetmedara kurd Leyla Zana wê wekî axêver beşdarî Newrozê bibin.    Tekînê diyar kir ku wekî Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê amadekariyên xwe yên ji bo Newroza 21'ê Adara 2024'an bi dawî kirine û got ku dê hezar kes di Newrozê de peywirdar bin.    Tekînê diyar kir ku amadekariyên Newrozê bi dawî bûne û got: “Me bi taybetî li qadan amadekariyên xwe temam kirin. Dik ji nû ve hat selihandin. Xebatên me yên teknîkî jî bi dawî bûne. Xebata me ya di warê beşdar, hunermend û mêvanan de jî bi dawî bûye. Û di wê rojê de hezar hevalên me wê li qada Newrozê peywirdar bin û me Komîteya Amadekar ji bo vê rojekê perwerdehî da. Bi midûriyeta polîsan re muzakere hat kirin. Ji bo Newroz xweştir û aramtir derbas bibe muzakereyên me bi dawî bûn."   Tekînê anî ziman ku li Amedê tê payîn ku di roja Newrozê de baran bibare û bang li gel kir ku baldar bin. Tekînê anî ziman ku Newroza Amedê bi rastî jî Newroza fînalê ye û got: "Tevî şert û mercên hewayê jî wê rojê hem ji Kurdistan, hem jî ji Tirkiyeyê û hem jî ji derveyî welat wê gelek kes beşdar bibin. Newroza 2024'an wê gelek hunermend, gelek mêvan beşdar bibin. Herka bernameyê wê pir bi liv û tevger be. Hem bi axaftinên mêvanan û hem jî bi konserên hunermendên beşdar wê Newrozek pir xweş be."   Tekînê bi dirûşmeya "Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye" gelê Amed, Kurdistan û Tirkiyeyê vexwend Newrozê û got: "Em her kesî vedixwînin Newrozê da ku çirûskên Kawayê Hesinkar ên bi hezaran sal berê ji bo agirê azadiyê pêxist zêdetir bilind bikin."