ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-20 09:00:02   * Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku wan amadekariyên Newrozê temam kirine û got: "Em gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vedixwînin Newrozê."   * Rojnameger Amed Dîcle got ku Tirkiyeya bi operasyonên derve nekariye têkoşîna kurdan têk bibe vê carê dixwaze hêzên cudatir têxe dewrê û encam bigire. Dîcle di amadehiyên plansaziyên êrişan de bal kişand ser rola PDK’ê û wiha axivî: “PDK di navenda planên dîplomatîk, leşkerî û aborî de ye.”    * Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo meha Remezanê paketên alîkariyê amade kirin. Broşûrên namzetên AKP’ê li ser paketan hatiye xistin û kêliyên ku ev paket li wesayîta anonsê ya AKP’ê dihatin barkirin hatin kişandin.    * Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê yên ji bo Newroza ku dê sibê li Amedê bi coşeke mezin were lidarxistin bang kirin, wiha gotin: “Em ê bi dirûşma xwe ya ‘Dem dema azadî û serkeftinê ye’ li Newrozê ber bi azadiyê ve bimeşin.”   * Li navçeya Erdîşa Wanê, li navçeyên Cizîr, Hezex û Elkê, li navçeya Tetwana Bedlîsê, Çewlig, Îdirê, li navçeya Wêranşara Rihayê, li navçeya Gevera Colemêrgê, li navçeya Qosera Mêrdînê, li Sêrt, Çanakkale, Manîsa, Mêrsîn, Aydin û Konyayê dê Newroz were pîroz kirin. (10.00-17.00)    * Li Enqereyê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê dê li avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn. (12.30)    * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê lig elek bajaran berdewam bikin. (10.00-19.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê berdewam bike. (11.00-16.00)    * Şaxa ÎHD’a Amedê dê li avahiya komeleya xwe danezana encama “Konferansa aştî û çareseriyê ya meseleya kurd” aşkere bike. (12.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê dê bidome. (15.00)    * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê bi boneya meha 104’emîn a Komkujiya Pirsûsê dê li ser Cadeya Halîtaga ya li Kadikoyê bên bahev. (18.00)