Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2024-03-20 08:44:08   RIHA - Zaroka bi navê Sariya S. a 17 salî li navçeya Pirsûsê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Zaroka bi navê Sariye S. a 17 salî li Taxa Dîkîlî ya navçeya Pirsûs a Rihayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sariye S. li axûra rex mala xwe hate dîtin û hat îdiakirin ku xwe kuştiye. Cenazeyê Sariya S. ji hêla malbata wê ve hate dîtin û xebatkarên tenduristiyê ji bûyerê hatin agahdarkirin. Cenaeyê Sariye S. ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Her wiha hat zanîn ku demekî nêz berê “nîşaniyên” zarokê hatibûn kirin û dê di demekî nêz de bihata zewicandin.