Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin 2024-03-19 20:27:22   MÊRDÎN - Hevşardara berê ya HDP’ê ya Artûklûyê Sevînç Bozan ku ji bo îfadeyê çû Edliyeya Mêrdînê, hat binçavkirin.   Hevşardara berê ya HDP’ê ya Artûklûyê Sevînç Bozan ku ji bo îfadeyê çû Edliyeya Mêrdînê, li vir hat binçavkirin. Bozan a ku di çarçoveya lêpirsîna der barê xebatên TJA’yê de ji bo îfadeyê gazî wê hatibû, îro danê nîvro ji bo îfadeyê çû edliyeyê. Bozan ku ji bo îfadeyê çûm midûriyeta polîsan, hat binçavkirin.    Hat hînbûn ku wê îfadeya Bozanê sibê bê girtin û îro wê li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê be.