Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê 2024-03-19 20:21:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Newrozê de li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên Eyn Îsayê û Girê Spî Newrozê pîroz kirin. Her wiha li Zanîngeha Kobanê û navçeya Sirînê jî agirê Newrozê hat geşkirin.   Bi sedan şêniyên Eyn Îsayê û Girê Spî li parka Jina Azad a navenda navçeyê Newrozê pîroz kirin. Di çalakiyê de kesayetên civakî, eşîr û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.   Di serî de cîgirê hevseroketiya meclisa Girê Spî Heza Mihemed Newroz li gelê herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku tevî têkoşîn û fedakariya mezin a avakirina jiyaneke birûmet dîsa jî hewldanên têkbirina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser didomin, lê belê berxwedana gel dê wan hewldanan jî têk bibe.   Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rêya rast a pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê ne. Bêrîvan Îsmaîlê teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê bi ruhê Newrozê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û jiyana aram ji bo tevahî gelan, da.   Di çalakiyê de berhemên hunerî ji aliyê gelek komên wek koma Dayikan, koma Zemara, koma Navenda Baqî Xido ya katona Firatê ve, hatin pêşkêşkirin.   KOBANÊ   Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" agirê Newrozê li navçeya Sirînê û Zanîngeha Kobanê hat pêxistin. Li navçeya Sirîn a Kobanê şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê bi amadebûna bi sedan kesan dest pê kir.   Hevserokê Meclisa Navçeya Sirînê Şebo Ebdirezaq Elo axivî û got: "Em vê rojê li tevahî neteweyên herêmê û tevahî gelan pîroz dikin.”   Her wiha li Zanîngeha Kobanê bi amadebûna xwendekar û mamosteyan agirê Newrozê  hat pêxistin. Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim di şahiyê de axivî û ev roj li gel û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kesên jiyana xwe ji dest dane pîroz kir û got: "Em Newroz îsal teqez bikin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, dê di vê Newrozê de wê pêngaveke nû bê kirin. Em jî bi rihê neteweya demokratîk agirê Newrozê pîroz bikin."