Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê 2024-03-19 18:26:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan de wiha hat gotin: "Em dixwazin ev Newroz bibe munasebata aştî û biratiyê û ev zilm bidawî bibe."    Çalakiyên Nobeda Edaletê yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd didomin.    ÎZMÎR   Nobeta Edaleyê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad hatiye destpêkirin di roja 43’yemîn de berdewam kir. Nobet li avahiyê navçeya Konakê ya DEM Partiyê tê domandin. Namzetên hevşaredariya Konakê yên DEM Partiyê Faraşîn Gumuş, Ahmet Turk û gelek welatî hatin serdana çalakiya nobetê. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Heq, hiqûq, edalet” hatin berzkirin. Nobet bi gotina stranan dom kir.     Dayika Bayram Kaymaz ê di Girtîgaha Tîpa F ya Tekîrdagê de tê ragirtin Medîne Kaymaz di serdanên de axivî û wiha got: “Ez nobeta dayikan û têkoşîna girtîgahan silav dikim. Dê çavên her kesekê li Newroza Amedê bin. Ez dixwazim ev Newroz bibe wesîleya aştî, xwişk û biratiyê. Heya ku Ocalan azad nebe dê têkoşîna me nesekine. Mifteya aştiyê di destê Ocalan de ye. Sedan ciwan ji bo aştî û azadiyê canê xwe feda kirin. Ez Newroza her kesê pîroz dikim.”     AMED   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) li avahiyê navçeya Rezan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiye destpêkirin di roja 106’emîn de berdewam kir. Çalakgeran pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand, li xwe kirin.     Di nobetê de xizmên girtiyan anîn ziman ku di girtîgehan de têkoşînek tê domandin û hat diyarkirin ku heya mafên gelê kurd tên qebûlkirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.    Seniha Atalay a hatiye serdana nobetê wiha axivî: “Berî her tiştî bila tecrîda ser Rêberê me were rakirin. Bila tecrîda li hemû girtîgehan were rakirin. Heke tecrîd were rakirin dê aştî were Kurdistan û cîhanê. Bila êdî ev zilm bi dawî be.”    Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.    MÊRDÎN    Nobeda Edaletê ya li avahiya DBP a Mêrdînê di roja 72'yan de didome. Gelek welatiyan serdana Nobeda Edaletê kirin û piştgiriya xwe dan der. Di Nobeda Edaletê de xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê nîqaşên xwe yên der barê rojevê de domandon û di ber re jî kilam gotin. Çalakgeran diyar kirin ku dê çalakiya wan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidome.