Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan 2024-03-19 18:19:40   SÊRT - Li quntara Çiyayê Çiravê piştî 10 salan Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin.   Cejna Newrozê piştî 10 salan bi dirûşmeya "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" li herêma Kanî Mergî ya li quntara Çiravê ya navçeya Dihê ya Sêrtê hat lidarxistin. Li qada ku bi rengên kesk û sor û zer hat xemilandin Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal Aslan û Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, DEM Partî, endamên Meclisa Partiyê yên DBP’ê û bi hezaran kes beşdar bûn.   Agirê Newrozê bi çepik, dirûşme û tilîliyan hat pêxistin. Parlamenter Newroz Ûysal ku piştî govendgerandin û berzkirina dirûşmeyan axivî, Cejna Newrozê li berxwedêran pîroz kir. Ûysalê gava Newroza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir qad bi çepik, dirûşme û tilîliyan olan da.   Ûysal got: “Îro li gelek deverên cîhanê agirê Newrozê hat pêxistin. Newroza ku li vir li qûntara Çiravê tê pîrozkirin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Em Newroza gelê qedîm ê Botanê pîroz dikin. Newroz piştî 10 salan li vir tê pîrozkirin. Li dijî hemû polîtîkayên zext û zilmê, em tevî baranê jî bi hezaran kes li vir in û girseya li vir peyama em li vir in, em ê hebin didin. Ji vê qadê em silavên xwe ji birêz Ocalan re ku ruh daye Newrozê û 25 sal in di bin tecrîdê de ye, dişînin. Em Newroza wî pîroz dikin."   Tevî baranê jî girse dest ji qadê berneda û Newrozê pîroz kir. Piştî axaftinan hunermend Şîlan Dora û hunermendên ehrêmî derketin ser dikê û li ber stranan govend hatin gerandin.