DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere 2024-03-19 17:24:07   RIHA - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Rihayê tempiya xebatên xwe zêde kirin. Li navenda bajêr û deverên gundewarî tu derî namîne lê naxin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên herêmî li Rihayê lez da xebatên xwe. Namzetên hevşaredariyê her roj diçin navenda bajar, navçe û tax û gundan û guh didin pirsgirêkên gel û behsa feraseta xwe ya hilbijartinên herêmî dikin.    Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen û Gulşen Ozer di çarçoveya xebatên xwe de li taxên Eyyûbiye û Halîliye bûn. Erkmen û Ozer tevî namzetên hevşaredariyê yên her du navçeyan xebatên hilbijartinê li dar xistin. Namzetên hevşaredariyê yên ku bi dikandaran re li Kapali Çarşiyê, Gumruk Haniyê û Yildiz Meydaniyê civiyan, ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin.   Namzetên hevşaredariyê li pirsgirêkên dikandarên Mermerciler Sitesiyê ya navçeya Eyyubiye guhdarî kirin.    Namzetên Partiya DEM'ê diyar kirin ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê ew ê bi guhertina feraseta ku tenê xizmeta alîgiran dike hemû pirsgirêkan ji kokê ve çareser bikin.   KARAKOPRU    Merkez Karaköprü ilçesinde de seçim çalışmaları üç koldan devam etti. Belediye Eşbaşkan Adayı Rıdvan Yavuz, partililer ile birlikte el broşürleri dağıtıp Atakent Mahallesi’nde esnaf ziyaretlerinde bulundu.  Eşbaşkan Adayı Rezzan Ayhan ise, Büyükşehir Belediye Eşbaşkan Adayı Gülşen Özer ile birlikte kırsal Besî, Ziving, Sarim, Xerebreş ve Cenbêl mahallerine giderek ziyaret ettiği seçmenlerden destek istedi.    Namzetê Hevşaredariyê Rezzan Ayhan li gel Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Gulşen Ozerê çû taxên Besî, Ziving, Sarim, Xerebreş û Cenbêlê yên gundewarî û ji hilbijêrên ku serdana wan kirin piştgirî xwest.   XELFETÎ   Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Xelfetiyê yên DEM Partiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan tevî parlamentera berê ya HDP'ê Ayşe Surucuyê çûn gundê Goganê û dikandarên Bazaa Sêşemê ziyaret kirin.    PIRSÛS    Namzetên Hevşariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran xebatên xwe yên hilbijartinê li navenda navçeyê û gundan ji du baskan ve berdewam kirin.Hevserokên navçeyê jî li navenda navçeyê dikandar ziyaret kirin û çûn gundên navçeyê Erdûşan û Mizrînê û piştgirî ji hilbijêran xwestin.   WÊRANŞAR    Li Wêranşarê Namzetên Hevşaredariyê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan danê sibehê dikandarên Bazara Heywanan a li navenda navçeyê ziyaret kirin. Namzetên hevşaredariyê piştre bi dikandarên Galerîcîler Sîtesî re hatin cem hev.   SERÊKANIYÊ   Li navçeya Serêkaniyê namzetên hevşaredariyê xebatên xwe yên hilbijartinê ji du baskan ve berdewam kirin. Ji namzetên hevserokatiyê Rahşan Yazar serdana mal û nexweşan kir û bi jinên navçeyê re hevdîtin kir. Piştre Yazar serdana esnafên Bazara Sêşemê kir û projeyên ku dê piştî serketina hilbijartinê pêk bînin vegot.   Namzetê hevşaredariyê yê din Ugur Kahraman jî li kolanên Gazî, Mîllî Egemenlîk û Mezarlikê dikandar ziyaret kir. Kahraman piştî serdana dikandaran çû Bazara Sêşemê û li wir bi welatiyan re hevdîtin kir.   SÊWREG    Li navçeya Sêwregê Namzetên Hevşaredariyê Yildiz Çetîner û Alî Dusak dikandarên li navenda navçeyê ziyaret kirin. Namzetên hevşaredariyê bi esnafan re li taxên navendî Şirinkuyu, Yenîşehîr û Rêya 25 Metre hatin cem hev û tevahiya rojê xebatên xwe berdewam kirin.   BÊRECÛK   Namzetên Hevşariyê yên Bêrecûkê Mehmet Begît û Bêrîvan Îlkaya Manaz di berdewamiya xebatên hilbijartinê de li taxên Tibilê, Xirabî Beska, Zerî, Eşmê, Babahat û Goktepeyê geriyan. Namzetderî bi derî geriyan û şaredarîvaniya DEM Partiyê vegotin.