Ji Newroza Êlihê çendek nîşe 2024-03-19 16:52:25   ÊLIH - Bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê ya Êlihê bûn û gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Her wiha pankarta “Zîhniyeta DAIŞ’ê dê li Êlihê li hemberî Jin, Jiyan, Azadiyê têk biçe” bal kişand.    Bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya Newroza Êlihê bûn. Pîrozbahî bi gerandina govendê dom kir. Gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedanan zindanan" olan da û bi hezaran welatiyên ku guh nedan hewayê sar, li ber stranan govend gerandin û rê li ber dîmenên rengîn vekirin.    Çendek nîşeyên di Newroza Êlihê de derketin pêş wiha ne:    * Gelemperiya welatiyan bi berstû, kim û puşiyên bi rengên kesk, sor û zer tev li pîrozbahiyê bûn.    * Ji destpêka pîrozbahiyê heta dawiyê bênavber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.    * Hinek ciwan derketin ser stûnên li qadê û bûn hevparên coşa li qadê.    * Pankarta herî balkêş bû pankarta ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê dê li Êlihê li hemberî Jin Jiyan, Azadiyê têk biçe.”    * Hinek jinan bi guharkên bi resmên Abdullah Ocalan pîrozbahî li dar xistin.    * Ciwanên ku li qada pîrozbahiyê li ser milan tur avêtin, rê li ber dîmenên rengîn vekir.    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îşaret bi HUDA-PAR’ê kir û wiha got: “Hûn li van kesên ku îro li vir dikenin nenihêrin, di girtina Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak de tiliya van heye. Dev ji nasnameya xwe ya îtîrafkariyê ya di Doza Kompasê ya Kobanê de berdin.”    * Dayikên di Nobeta Edaletê de jî bi pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” nobeta xwe domandin.    * Hunermend Suavî, zarok vexwend ser dikê û hêviya “Cîhaneke ku zarok tê de namirin” qêriya.    * Rûpoşên ‘V for Vandettalar' bal kişand.    * Hevjînên ku bi cil û bergên kurdî ji Semsûrê hatin û tev li pîrozbahiyê bûn rastî eleqeyeke mezin hatin.    * Ciwanan di pîrozbahiya îsal de jî kevneşopiya “firînê” domandin.