Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin 2024-03-19 16:03:01   MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî pîrozbahiya Newrozê ciwanan meş li dar xistin. Polîsan êrişî ciwanan kir û hinek ciwan hatin girtin.    Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi tevlibûna deh hezaran kesan hat lidarxistin. Di kêliyên dawî de baraneke zêde bariya û girse ji qadê derket. Ciwanên di nava girseyê de tevî baranê jî dest bi meşê kirin.    Di dema meşê dê ciwanan têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin û polîsan jî bi ava şid û bombeyên gazê êrişî ciwana kir.    Ciwanan jî bi keviran xwe parast û hinek ciwan hatin binçavkirin.