Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin 2024-03-19 16:00:23   MÊRDÎN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di Newroza Nisêbînê de axivî, banga “Li ber deriyên Washingtonê negerin, deriyên Îmraliyê vekin û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin” li desthilatê kir.    Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye”li Qada Newrozê ya li hemberî Parka Cegerxwîn pîrozbahî kirin. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes herikîn qadê. Welatiyên bi flamayên kesk û sor û zer hatin qadê her tim dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.    Ji ber demekî dirêj polîsan noxteyên kontrolê venekirin, ketina qadê çênebû. Welatiyên pişt re ketin qadê li ber muzîkên li ser dikê dihatin lêxistin demekê govend gerandin. Pîrozbahiya ku her deqîqa çûyî coşa wê zêdetir bû, jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdar bûn. Bi hatina qadê ya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan coş zêdetir bû. Bi hezaran kes bi yek dengî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kir.    Hunermendan bi dorê derketin ser dikê. Li qadê posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate vekirin. Posterê Ocalan li qadê hate gerandin. Her wiha pankarta “Azadiya min azadiya gelê min e” hate vekirin.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxist.    ‘GELO KURD DÊ ZINCÎRAN PERÇE BIKE’    Piştî ku agirê Newrozê hate vêxistin, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, wiha bang li desthilatê kir: “Vîna li vê qadê bibînin, hûn nikarin vê vînê desteser bikin.”   Hevşaredarên Nisêbînê yên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û namzetên hevşaredariyê jî derketin ser dikê û gel silav kir.    Yek ji Dayikên Aştiyê Perîhan Altûg jî wiha axivî: “Em ê aştiyê û azadiyê bînin. Vê qadê vê vînê bibînin. Gelê kurd dê bi berxwedana xwe van deriyên hesin, van zincîran perçe bike.”   Aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdan, girtiyên jin bi bîr xist û wiha got: “Em ê têkoşîn û berxwedana xwe her tim mezintir bikin. Em ê pergala hevserokatiyê belavî hemû cîhanê bikin û em ê qet tawîzê nedin.”   TURK: BI TECRÎDÊ NIKARIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN    Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi hev re derketin ser dikê. Namzet Devrîm Demîr, Newroza kesên tev li pîrozbahiyê bûne pîroz kir.    Turk jî bal kişand ser hilbijartinên nêzîk dibin û diyar kir ku dê bersiva qeyûman bidin. Turk, qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Hûn nikarin bi tecrîdê bi zilmê pirsgirêka kurd çareser bikin. Heta ku gelê kurd negihe demokrasî û azadiyê gelê tirk jî azad nabe. Werin em pirsgirêka kurd çareser bikin, em bi aştiyeke birûmet pirsgirêka kurd çareser bikin.”   Di pîrozbahiyan de kevokên aştiyê hatin firandin. Parlamentera berê Gulser Yildirim jî di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Ev Newroz bû nîşaneya hilbijartinên 31’ê Adarê. Nisêbîn dê xwedî li vîna xwe derkeve.”   Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin û Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Elîf Bûlût jî girse silav kir.    OZTURK: ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî ev tişt gotin: “Qada Newrozê ji van faşîst û yekperestan re peyamekê dişîne. Wezîrên Karên Hundir, Karên Derve, Wezîrê Maliyeyê li ber deriyên Washingtonê negerin. Deriyên Îmraliyê vekin, bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Bila hemû pirsgirêkên me çareser bibin. Ev qad ji gelê tirk re jî dibêje ku ‘ji bo ev şer demildest bi dawî bibe, hewl bidin’. Bi dijminatiya kurdan hûn nikarin bigihin cihekî. Di vê hilbijartinê de em ê ji dijminên kurdan û demokrasiyê re bibin bersiv. Em ê bersiveke mezin bidin.”   Ozturk ê got ku “Em li dijî şer aştiyeke birûmet diparêzin” wiha lê zêde kir: “Dem dema azadî û serkeftinê ye.” Di dema axaftina Ozturk de ji qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bilind bûn. Ozturk, bi gotina “An em ê serbikevin an em ê serbikevin” axaftina xwe bi dawî kir.    Pîrozbahî bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû.