Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye 2024-03-19 15:58:13   ÊLIH - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk di pîrozbahiya Newrozê de wiha got: “Dîroka vî bajarî dîroka berxwedan û têkoşînê ye.”    Li Êlihê pîrozbahiyên Newrozê bi tevlibûna bi deh hezaran berdewam dike. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên Newrozê yên salên borî xwend. Di dema xwendina nirxandinan de dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan da.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Yildiz jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha axivî: “Tecrîdeke giran û domdar li ser birêz Ocalan heye. Heya ku tecrîd tê şikandin em ê li ber xwe bidin. Ev tecrîd ne tenê ser birêz Ocalan, ser gelê kurd, taybetî jî ser jinan tê ferzkirin."    SONUK: DÎROKA VÎ BAJARÎ DÎROKA BERXWEDANÊ YE   Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Êlihê girse silav kirin. Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk di pîrozbahiyê de wiha got: "Dê ev Newroz bibe Newroza azadiya Kurdistanê. Ev Newroz, Newroza kesên li dijî qedexeyan agir berdane bedenên xwe ye. Em Newroza wan pîroz dikin. Dê jinên kurd di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de têkoşînê mezin bikin. Îro jî jin di qadên Newrozê de bersivê didin êrişan.”   Sonuk axaftina xwe wiha domand: “Dîroka vî bajarî dîroka berxwedan û têkoşînê ye. Dê piştî 31’ê Adarê jî felsefeya me ya ‘Jin, jiyan, azadiyê’ bidome. Ev tenê fragman e, em ê di 31’ê Adarê de bersiveke mezin bidin van. Em ê qeyûman wisa ji vir bişînin ku dê careke din nikaribin riya Kurdistanê peyda bikin.”   Piştî axaftinan pîrozbahî bi derketina ser dike ya Lawjeyê û gerandina govendan dom kir.