Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re 2024-03-19 15:56:35   DÊRSIM - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di pîrozbahiya Newroza Dêrsimê de îkîdara AKP-MHP’ê weke “Dehaqa hemdem” pênase kir, Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Hezar silav ji birêz Ocalan re.”    Newroza 2024’an ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li Dêrsimê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Newroz, bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê (DEM Partî) hat pîrozkirin û Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, Hevseroka Giştî ya  Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan û Serokê Federasyona Meclisên Sosyalîst Mahîr Gurz tev li pîrozbahiyê bûn.    'AGIRÊ ÇARAN GIHIŞT MILYONAN’   Di pîrozbahiyê de Dayikên Aştiyê di rêzên herî pêş de bûn û li Qada Seyîd Riza pankartên “Agirê çaran gihişt milyonan” û “Tu yî mizgîniya me, serdar û rêzanê me” hatin hilgirtin. Tevlibûneke xurt a jin û ciwanan hebû. Li qadê gelek caran dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.    'SILAV JI HEMÛ GIRTIYÊN BERXWEDÊR RE’   Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Dêrsimê Ozcan Gurtaş axivî. Gurtaş bal kişand ser têkoşîna hevpar û got ku dem dema serkeftina DEM Partiyê ye, yekbûn û têkoşînê ye. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak gel silav kirin. Orhan got ku Newroza sembola jiyanê ya elewiyan e, keleha aştiyê ye û agirê azadiyê yê di dilê ciwanan de ye. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.    Namzet Cevdet Konak jî qirkirinên di dîroka komarê de hatine kirin bi bîr xist û got ku dê têkoşîna li dijî polîtîkaya zext û zordariyê di 31’ê Adarê de mezintir bikin. Konak, anî ziman ku dê di 31’ê Adarê de bi coşa Newrozê şimaqekî li bin guhê faşîzmê bixin.    NAMEYA OCALAN HATE XWENDIN   Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an xwend. Kordu, anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê şert e.    Nûnerê SMF’ê Nahîr Gurz jî got ku hevgirtina li hemberî Dehaqê roja me, berpirsyartiyeke dîrokî ye û got ku ew ji niha ve serkeftina xwe ya 31’ê Adarê pîroz dikin. Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî got ku qadên Newrozê, ruhê serhildanê yê li dijî tecrîd, qirkirin, mêtingerî û siyaseta tunekirinê ye.  Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî anî ziman ku parlamenterên bi dengên kurdan hatine hilbijartin îro girtî ne û da zanîn ku dê têkoşîna wan a li dijî vê zilmê bidome.    'HEZAR SILAV JI OCALAN RE’   Herî dawî jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Koçyîgît, diyar kir ku li dijî Dêrsimê sefer dibe lê her tim gelê Dêrsimê bi ser ketiye û ev tişt anî ziman: “Em li Dêrsimê ji Qada Seyîd Riza silavan ji Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Nûrhayat Altûn re dişînin. Hezar silav ji birêz Ocalan re. Birêz Ocalan dibêje ‘ez dikarim pirsgirêka kurd di hefteyekê de çareser bikim.’ Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.”    'LI DIJÎ TIFAQA JÎTEM’Ê, TIFAQA DÊRSIMÊ HEYE’   Koçyîgît, axaftina xwe wiha qedand: “Vê berxwedana dîrokî em gihandin van rojan. Me her tim li dijî zilimkaran li ber xwe da. Dehaqên hemdem ên îro AKP û MHP ne. Hîzbûlkontra ye, tifaqa JÎTEM’ê ye. Li dijî tifaqa JÎTEM’ê, Tifaqa Dêrsimê heye. Dêrsim rê nade Yezîdan.”   JI CIWANAN HELBESTA EFENDÎNO   Piştî axaftinan, ciwan bi şel û şepikan derketin ser dikê û helbesta Arjen Arî ya “Efendîno” xwendin. Bi xelasbûna helbestê re bi hezaran kesan bi carekê tililî avêtin û li çepikan xistin. Piştre jî agirê Newrozê bi coşeke mezin hate vêxistin. Bi hezaran kesan li ber stranên Gulseven Medar, Alî Dogan Gonultaş û Civaka Muzîkê ya BEKSAV’ê xelekên govendê gerandin.