Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin 2024-03-19 15:34:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelên ereb, kurd, ermen û tirkmen ên li Minbica Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin.    Li bajarên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê ev çend roj in didomin. Yek ji van bajarên ku Newroza wê bi tevlibûna gelan tê pîrozkirin jî Minbic e.    Li kantona Minbicê Newroz bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" tê pîrozkirin. Bi hezaran şêniyên kantona Minbicê Newroz li Çiyayê Tewq El Xelîl ê başûrê Minbicê pîroz kirin.    Qada pîrozbahiyê bi pankartên “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" û bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ve hate xemilandin. Pêkhateyên Minbicê ên ereb, kurd, ermen û tirkmen bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyan bûn. Meşaleya Newrozê li gel stranên şoreşgerî û dirûşmên dayikan ên "Bê Serok jiyan nabe" hate vêxistin.   Dê pîrozbahî bi axaftinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê û nûnerên saziyên civaka sivîl dom bike. Her wiha dê çalakiyên çandî û hunerî jî werin lidarxistin.