Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye 2024-03-19 15:26:57   HATAY - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newrozê ya li quntarê Amanosan axivî. Uçar, bal kişand ser deklarasyona 2013’an û got ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye.    Li Hatayê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li qada futbolê ya li Taxa Altiocak a li navçeya Dortyolê hate lidarxistin û bi coşeke mezin dest pê kir. Gelek kes bi kiras û fîstan, bi şel û şepikan tev li bûn. Tevlibûneke xurt a jin û ciwanan hebû. Welatiyên ku ji noqteya lêgerînê derbas bûn, coşa Newrozê mezintir kirin. Girseya ku ji Îskenderûnê hatî Newrozê, sed metre ji bo cihê pîrozbahiyê ma bû ku bi bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Newroz" meşiyan. Partiyên siyasî yên bajar û rêxistinên civaka sivîl û ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan welatî tev li bûn. Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî hunermendên herêmî derketin ser dikê û girseyê govend gerand.    'DEM DEMA ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE’   Di pîrozbahiyê de ji ewil Hevserokê DEM Partiyê yê Dortyolê Hidir Sîmlî axivî û bal kişand ser greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk hatiye destpêkirin. Sîmlî, ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan banga mezinkirina têkoşînê kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Hatayê Seher Cevheroglû û Naîm Ozbek jî Newroz pîroz kirin. Ozbek anî ziman ku tevî hemû zext û êrişan jî dê bi ser kevin. Piştre jî peyama Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an xwend. Piştî xwendina peyamê, namzetên hevşaredariyê yên bajar li ser dikê hatin vexwendin. Namzetan Newroz li gel pîroz kirin û gotin: “Dem dema şikandina tecrîda li Îmraliyê ye.”    ‘EM Ê BIBIN DERMANÊ DERDÊ GEL’   Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, Newroza gel pîroz kir û got ku Newroz meşa dirêj a azadiyê û nasnameya têkoşîna gelê kurd e. Bi domdarî Uçar, erdhejên Mereşê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Bi ser re salek derbas bû. Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî Hatay bû. Me di vê erdhejê de wêneyeke mezin dît. Me têkiliya îktîdarê ya bi gel re dît bê ka çawa ye. Îktîdara ku em karesatê re rû bi rû hiştî, her wiha gef xwar. Îktîdar dibêje ‘heke ez şaredariyê bi dest nexim dê xizmetê nekim.’ Hewce nake bibêje, jixwe em dizanin. Îktîdara AKP’ê ya ku li Kurdistanê tu gotin û dengê wê nema ye çi kiriye? Qeyûm tayînî îradeya gel kir. Hemû partî mereq dikin bê ka DEM Partî çi bike. Me dev ji kevneşopiya şaredarvaniya gelparêz û demokratîk berneda û dê dev jê bernedin. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel tên. Em ji bo bibin dermanê derdê gel tên.”    'EV DEKLARASYON DEKLARASYONA AŞTIYÊ BÛ’   Bi domdarî Uçar anî ziman ku di meha remezanê de ne lê gel ji xwe 12 mehan birçî ye û krîza aborî vegot. Uçar, di berdewamê de rejîma heyî weke rejîma komkujî, pişaftin, tunehesibandin û hwd pênase kir û wiha got: “Hefteyek berê li Bexdayê hatin gel hev û peymanek mohr kirin. Ez wateya peymanê bibêjim; mohr kirin bê ka bi operasyonên derveyî sînor dê kurdan çawa qir bikin. Dema ev peyman dihatin mohrkirin, dayikên me yên ku zarokê xwe di şer de winda kirin di Nobeta Edaletê de bûn. Dayikên me yên ku cenazeyên zarokên wan di torbeyekî de radestî wan hatin kirin, dîsa jî dev ji bangawaziya aştiyê bernedan. Dewleta ku ev sed sal in bi rêbaza şer nekarî encamekî bi dest bixe, êdî nikare vê neçareseriyê bidomîne. Birêz Abdullah Ocalan ji bo Newroza 2013’an deklarasyonek şand û hemû gelan lê guhdarî kir. Ev deklarasyon deklarasyona wê bû ku digot Tirkiyeyeke ku xwîn lê nayê rijandin û kuştin lê çênebin pêkan e. Hemû gelan ev deklarasyon qebûl kir. Lê bi cih ne anîn. Deklarasyon tê wateya aştî, wekhevî, azadî, edalet û hiqûqê. Ev bi kêrî kê nayên? Bêguman bi kêrî AKP û MHP’ê nayên. Lewma dîsa dest bi komkujiyên xwe kirin.”    'EM Ê RÊ NEDIN POLÎTÎKAYÊN ŞER’   Herî dawî jî Uçar wiha got: “Li ser gelê me û siyasetmedaran zext û êriş hene. Girtiyên siyasî jî li dijî vê li ber xwe didin. Di bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye. Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd jî li Îmraliyê ye. Birêz Abdullah Ocalan e. Banga me li hemû derdoran ew e ku ji bo çaeserkirina pirsgirêka kurd, li dijî polîtîkayên îktîdarê têbikoşin. Em ê di sedsala duyemîn de rê nedin polîtîkayên şer.”    Piştî axaftinan, Uçar û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de piştre jî hunermend Baran Bozyel û Cevdet Bagca derketin ser dikê. Piştî strîna stranan, pîrozbahî dawî bû.