Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan 2024-03-19 15:21:04   ÎZMÎR - Hevseroka EGE TUHAY-DER’ê Nîlay Guleser a par bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, di danişîna ewil de hate berdan.    Danişîna doza Hevseroka Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) Nîlay Guleser a di 28’ê mijdara 2023’yan de hatibû binçavkirin û di 1’ê kanûnê de jî hatibû girtin, di 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê de hat lidarxistin. Guleser a bi “endamtiya rêxistinê” tê darizandin bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên Guleserê jî di danişînê de amade bûn.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir, bi parastina Guleserê berdewam kir. Guleser di parastina xwe de anî ziman ku tevahiya xebatên ku wê kirine, di çarçoveya xebatên komeleyê de ne. Guleser bi bîr xist ku EGE-TUHAY-DER komeleyeke qanûnî ye û têkiliya wê bi tu rêxistinan re nîn e. Guleser îfadeyên şahida vekirî ya bi navê Buse Aslan qebûl nekir û da zanîn ku tu têkiliya wê bi şahida vekirî re çênebûye. Guleser a hemû sûcdarî red kiriye, daxwaza berdana xwe kir.    Piştî Guleserê, parêzerên wê Halîl Coşkûn û Şukran Ozturk destnîşan kirin ku muwekîla wan di EGE-TUHAYDER’ê de hevserok e û gotin ku komele li Maseya Komeleyan a girêdayî Wezareta Karên Hundir jî qeydkirî ye. Parêzeran bi bîr xistin ku hemû xebatên muwekîla wan, di çarçoveya rêziknameya komeleyê de hatine kirin û balê kişandin ser azadiya rêxistinbûnê ya xala 33’yemîn a Destûra Bingehîn. Parêzeran diyar kirin ku di qeydên deng ên ketine nava îdianameyan û şopandinên fizîkî de tu sûc nehatine dîtin û gotin ku muwekîla wan berî niha jî ji ber xebatên xwe yên komeleyê, hatibû darizandin û beraet kiribû. Piştî parastinan parêzeran beraeta muwekila xwe xwestin.    Li pey parastinan dozger mutalaya xwe da û xwest girtina Guleserê berdewam bike.    Şandaye dadgehê jî bi biryara qedexeya derketina derveyî welat re, Guleser tahliye kir û danişîn taloqî 24’ê hezîranê kir.    SEROKÊ ESP’A ÎZMÎRÊ JÎ HATE BERDAN   Li aliyê din Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Kerîm Altinmakas ê di, 31’ê çileyê de bi hinceta ji girtiyan re pere şandiye û çûye serdana wan, hatibû binçavkirin û pişt re jî hatibû girtin jî hate berdan. Îdianameya Altinmakas a ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate qebûlkirin û Altinmakas bi biryara dadgehê hate berdan.