Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin 2024-03-19 15:12:20   EDENE - Malbata wî û xebatkarên çapemeniya azad di 20’emîn salvegera mirina rojnamevan Volkan Eryîgît de, ew li ser gora wî bi bîr anîn.    Rojnamevanê DÎHA’yê ku di 2016’an de bi KHK’ê hate girtin Volkan Eryîgît, li Edeneyê di sala 2004’an de dema nûçeyek dişopand, bi nûçegîhanê rojnameya Evrenselê Hasan Îşler re qezaya trafîkê derbas kir û jiyana xwe ji dest dabûn. Eryîgît, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukkobayê ya navçeya Seyhan a Edeneyê hate bibîranîn.    Di bîranînê de malbata wî, xebatkarên çapemeniya azad, Komeleya Hevgirtin û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER), rêveberên DEM Partî û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevli bîranînê bûn.   Li ser gora Eryîgît piştî rêz hate girtin, dua hatin kirin.   Hevserokê AYKAY-DER’ê Mustafa Yildiz di axaftina xwe de, anî ziman ku dê bibin rêvebirên têkoşîna heqîqetê ya Eryîgît dida. Rêveberê Komeleyê Yakup Çîçek jî bîranîneke xwe ya bi Eryîgît re jiya bû anî ziman.    Bavê Volkan, Aydin Eryîgît jî got kurê wî di tekoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê de kêliyekê jî tu car bi paş ve gav neavêtiye û bi lêv kir ku dê şopdarên tekoşîna wî bin.    Piştî axaftinan qûrnefîl danîn ser gora Eryîgît.