Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne 2024-03-19 14:58:59   ŞIRNEX - Sibe dê li navçeyên Şirnexê yên Cizîr û Hezexê pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin.    Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema serkeftin û azadiyê ye”tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê yên navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê jî dê sibe bên lidarxistin. Newroza Cizîrê dê îro bihata pîrozkirin lê ji ber rewşa hewa taloqî sibe hate kirin.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê têkildarî pîrozbahiyê li qada Newrozê de daxuyanî da. Berdevka DEM Partiyê Ayşegûl Dogan, Parlamenterê Bajêr Mehmet Zekî Îrmez, namzeta hevşaredariya ya Cizîrê Guler Yerbasan Tunç jî tev li daxuyaniyê bûn. Ji Komîteya Amadekar Cahît Akil di daxuyaniyê de axivî.    Akil, diyar kir ku wan ji ber şert û mercên hewayî pîrozbahî taloqî sibe kirine û wiha bang li gel kir: “Gelê me yê hêja; ji ber şert û mercên hewayî me Newroza xwe taloqî sibe kir. Em ê sibe saet di 10.00’an de agirê Newrozê vêxin. Banga me ji gelê me ye ku sibê bên em bi hevre Newrozê pîroz bikin. Newroz pîroz be.”   Pîrozbahiya Newroza Hezexê jî dê sibe li ber avahiya DEM Partiyê were lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newrozê li avahiya partiyê daxuyanî da û her kes vexwend Newrozê.