Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist! 2024-03-19 14:57:49   ÊLIH - Li Êlihê agirê Newroza ku bi deh hezaran kes tev li bûn, ji aliyê dayikên Nobeta Edaletê de hate vêxistin.    Newroza Êlihê ya ku bi dehhezaran kes tevlibûne didome. Piştî axaftina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakihan agirê Newrozê hate pêxistin. Dayikên ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd Nobeta Edaletê digirin bi pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” derketin ser dikê û bi deh hezaran mirov silav kirin.    ‘SILAV JI KESÊN BERXWEDÊR RE’    Yek ji çalakvana Nobeta Edaletê Sûltan Azboy, wiha got: “Merheba bajarê Egîd û qehremanan. Em weke Dayikên Edaletê li 8 bajaran ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe di nobetê de ne. Silav ji kesên li girtîgehan li ber xwe didin re.” Deh hezaran kesan bi hev re dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.    AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN    Piştî axaftinan Bakirhan û dayikan agirê Newrozê pêxist. Hinek ji ciwanan bi cilên xwe agirê Newrozê gûr kirin.    Pîrozbahî bi stranên hunermend Sûavî berdewam dike.