Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir 2024-03-19 14:43:06   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi daxwaza bibe wesîleya aştiyê, di serî de gelê kurd, Newroza hemû gelen pîroz kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi munasebata Newroza ku dê di 21’ê Adarê de li bajar were pîrozkirin daxuyanî da. Di daxuyaniya li avahiyê Şaxa Egitîm Sen a Hejmar 1’an a Amedê hatiye dayîn de, pankarta “Bila bibe hêviya aştiyek mayînde, azadî û wekheviyê” hate vekirin.   Berdevkê Platformê Bawer Babur destnîşan kir ku Newroz tê wateya destpêkeke nû û xelasiya ji koletiyê û wiha got: “Gelê kurd ji 2 hezar û 600 sal berê heya roja me agirê ji Kawayê Hesinkar dewr girtiye, li dijî zext û zilmê gur dike.”    Babûr wiha axivî: “Newroza mîzginiya biharê ye, ji bo gelê kurd pir girîng e. Bi hezaran sal in kurd, ereb, faris û gelek gelên din Newrozê pîroz dikin. Newroz di heman demê de di nava gelên Rojhilata Navîn de tê wateya kêliya avakirina xwişk û biratiya di nava gelen de û bi vî awayî tê pîrzokirin.    Babûr diyar kir ku ew Newroza sala 2024’an, bi têkoşîn û baweriyê pêşwazî dikin û ev tişt gotin: “Agirê Newrozê yê ku tarîtiyên herî kur jî derdixe ronahiyê, îsal li dijî hemû zext û qedexeyan bicoş hildibe. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya çareserî, demokrasi, wekhevî û aştiyê. Bi ser vê esasê, em jî wek Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Newrozê pîroz dikin û hêvî dikin Newrozên nû ji tevahiya gelên cîhanê re aştî û azadiyê bîne. Em bi germahiya agirê Newrozê di serî de gelê kurd Newroza hemû gelan a 2024’an pîroz dikin.”