Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin 2024-03-19 13:30:08   STENBOL/AMED - Di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol û Amedê de rêveberên DEM Partiyê û endamên Meclisa Ciwanan hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li Stenbol û Amedê polîsan bi ser malên rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamên Meclisa Ciwanan a partiyê de girtin.    Di encama serdegirtinên li Stenbolê de rêveberê DEM Partiyê yê navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê Dogu Yilmaz û endamê partiyê Suleyman Turgut hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn û her 2 kes li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin.    Li Amedê jî endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî di nav de bi ser malên gelek kesan de hate girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li navenda bajar û hinek navçeyan bi ser malan de hate girtin. Navên hin kesên di serdegirtinan de hatine binçavkirin wiha ne: Mert Fîgen, Oguzhan Azbay, Ferhat Vural, Hebûn Dogrî, Canan Akan, Arda Eryilmaz, Baran Tarhan, Delîl Guneşlî, Berfîn Subaşi, Muhammed Kahraman, Ferhat Çîçeklî, Abdullah Arşîmet, Eyup Hekîmoglû, Cengîz Kazici û Mûrat Sonmez.   Hat zanîn ku polîsan li malan lêgerîn kirin, alav û amûrên malan belav kirin û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.    Ji bo kesên hatin binçavkirin biryara bisînorkirina hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo rojekê hate dayîn. Her wiha ji bo dosyayê jî biryara bisînorkirinê hate dayîn.