Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir 2024-03-19 13:27:21   DÊRSIM - Li Dêrsimê pîrozbahiyên Newrozê yên li Qada Seyîd Riza bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir.    Li Dêrsimê pîrozbahiyên Cejna Newrozê dest pê kirin. Beriya pîrozbahiyên ku di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li Qada Seyîd Riza tên pêkanîn, meş hate lidarxistin. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan û endamê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz jî di nav de bi hezaran kes tev li meşê bûn.    BI DIRÛŞMEYA ‘BIJÎ SEROK APO’ MEŞIYAN    Welatiyên ku li kolana hunerê hatin bahev, pankarta “li dijî zext, zilm, bêedaletî, qedexe û mêtîngeriyê Newroz bimbarek bo” vekirin. Girseya li ber dahol û zirneyan govend gerand, li gel erbaneyan stranên azadiyê gotin. Girseya ku bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” ber bi qadê ve meşiyan li vir govend gerand. Welatiyên tevî hewayê bi baran qad dagirtin, ev peyam dan “Li dora Tifaqa Dêrsimê ber bi serkeftina 31’ê Adarê ve.”   Tevlibûna zêde ya ciwanan bal kişand ser xwe. Gelek welatiyan kiras û fîstan û şal û şepik li xwe kirin. Tilîlî û îşaretên serkeftinê yên Dayikên Aştiyê dîmenên rengîn derxistin holê.    Li qadê pankartên “Agirê çaran bûye bi milyonan” û “Mirina rast a bêyî wî ye” hatin vekirin. Her wiha têkildarî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek dowîz hatin vekirin.